Xizmên Windayan li aqûbeta Fettah Erdem pirsîn

Di çalakiya windayan a Amedê de, aqûbeta bavê 10 zarokan Fettah Erden hate pirsîn ê ku di serdegirtina gundê Boyûncûk a Basa ya sala 1994’an de hat destgîrkirin û windakirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên hatîn destgîrkirin û  hatin kuştin, windakirin bipirse û di hefteya 480’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat, rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta bavê 10 zarokan Fettah Erden hate pirsîn ê ku di serdegirtina gundê Boyûncûk a navçeya Basa ya Şirnexê ya sala 1994’an de hat binçavkirin û windakirin.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê neyê jibîrkirin ku winda parçeyekî meseleya gelê Kurd e.”

‘HERÎ DAWÎ LI QEREQOLÊ HAT DÎTIN’

Rêveberê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Fettah Erden par ve kir û wiha got: “Hevjîna Fettah Erden, Taybet Erden, di 24’ê Adara 2009’an ji bo aqûbeta hevjînê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê re da. Fettah Erden bavê 10 zarokan bû û cotkarî dikir. Rojeke Nîsana 1994’an de nêzî 50 û 60 leşkerên Fermandariya Cendirmeya Basa bi ser mala wî ya gundê Boyûncûk a navçeya Basa ya Şirnexê de digirin û wî destgîr dikin. Dûre ji malbata Erden du kes ji bo rewşa Fettah Erden bipirsin diçin fermandariya Cendirmeyan û Fettah Erden li gel du serpelan Mehmet Karabela û Ertaç Onadli dibînin. Ji wê rojê û şûnde agahî ji Fettah Erden nehat girtin.”

‘GEFA KUŞTINÊ LI MALBATÊ XWARIN’

Orhan, anî ziman ku malbata Erden heya sala 2009’an ji ber bûyerê rastî gefên kuştinê hatin û wiha bi dawî kir: “Malbata Erden ji ber gefên kuştinê yên serpelên Qereqolê Mehmet û Ertaş neçar dimînin ku biçin Hezexê bi cih bibin. Malbata Erden, piştî 15 salan ji bo aqûbeta Erden bê dîtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Lê hemû hewldanên hevjîna Erden  Taybet Erden bê encam man.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.