Xeyalên nû yên Osmanî û şopên Qasap Cemal

Di demeke wiha de ku dewleta Tirk li Sûriyê û Libyayê bi pey xeyalên Osmanî ketiye û dagir dike, cîhan Ereb darvekirinên giştî yên 6'ê Gulana 1916'an bi bîr tîne.

Fermandarê Tirk Cemal Paşa ji ber dema ku bi ser Sûriyê û Libnanê de girtî bi maneya El Seffah jê re 'qesab' an jî, 'xwînrêj' tê gotin.

Cemal Paşa bi hezaran rewşenbîr û milliyeyperwerên Ereb ên Libnanî û Suriyeyî li Bêrûd û Şamê dar ve kir. Libnan hê jî her sal vê rojê bi bîr tîne.

Cemal Paşa 1915'an li Sûriyê, Libnan, Mîrektiya Mavera-î Ordin û Filîstînê bi rayedariyeke temam ji karên sivîl û leşkerî tê berpirsyarkriin. Di kabîneya Stenbolê de hemû biryarnameyên derbarê Sûriyê ji alî wî ve têne mohrkirin.

Bihara 1915'an dema ku li dijî dagirkeriyê serhildanên Ereb dest pê dikin Cemîl Paşa li Sûriyê rêveberiyeke jidiyayî sazkar dike. Geşbûna milliyetgiriya Ereb ji 1916'an û wir ve ji hêla Cemîl Paşa ve weke gengeşiyeke mezin tê dîtin.

FERMANA ÊŞKENCE Û DARVEKIRINÊ

Otorîteyên Osmanî bi ser konsolosxanên Fransiz ên Bêrûd û Şamê de digirin û dest li ser belgeyên xef ên Fransiz ên derbarê xebatên serhidanê yên Ereb û navên wan tê danîn. Cemal paşa bi van begleyan li ber çavê raya giştî wan êşkence dike û ferman dide ku werin darvekirin. Ev rûdan di hîsa Ereb û  hîsa netewî ya Sûriyê de bêhtir beloq dibe.

DI QIRKIRINA ERMENAN DE ROLA WÎ

1916'an dema qirkirina Ermenan li wan qadên Sûriyê ku di bin kontrola Cemal Paşa de bûn, gelek Ermen ji nêza, ji nexweşiyan û rûdanên tundrew dimirin. Cemal Paşa ku tehcîra Ermenan jî weke fersendekê dibîne, di şertên der mirovî de di projeyên bi îdîa de yên weke şivên trênê yên Bexdayê wan weke hêza kar dixebitîne. Projeya wî bi ser nakeve, ji ber ku ji ber nexweşî û birçîbûnê li wê herêmê tenê 3-4 hezar Ermen sax dimînin.

Cemal Paşa, 21'ê Tîrmeha 1922'an dema serdana Tiflîsê ya  Gurcîstanê li gel sekretê xwe re ji hêla endamên Operasyona Nemesîsê Stepan Dzaghîgîan, Asrtashes Gevorgyan û Petros Ter Poghostan ve tê kuştin. Operasyona Nemesîsê Cemal Paşa weke yek ji berpirsê Qirkirina Ermenan dibîne.