Xelkê Iraqê li Bexdayê li dijî êrişkariya dewleta Tirk a dagirker daket qadan
Li paytexta Iraq Bexdayê, şêniyên Iraq li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê şermezar kirin.
Li paytexta Iraq Bexdayê, şêniyên Iraq li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê şermezar kirin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ku herî dawî li êrişî Garê kiribû, ji aliyê gelê Iraqê ve tê şermezarkirin.
Bi vê armancê komek ji şêniyên Ereb li paytexta Iraq Bexdayê li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê li hev kom bû û nerazîbûn nîşan da.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar dikin, em êrişan qebûl nakin" hate hildan û dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.
Hêzên ewlekariya Iraqê dor li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê girtin û nahêlin kes xwe bigihînin sefaretxaneyê.
Di xwepêşandanê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide, her wiha hêzên Tirkiye yên ji ser xaka Iraqê derxîne derve.