Xelata Mafê Mirovan a Stockholm dan rêxistina aştiyê ya Îsraîlî

Xelata Mafê Mirovan a Stockholm dan rêxistina aştiyê ya Îsraîlî

‘Xelata Mafê Mirovan a Stockholmê’ ku ji bo saziyên mafê mirovan têdikoşin tê dayîn, îsal dan rêxistina aştiyê ya Îsraîlê ‘B’T selem’.

Baroya Swêdê, International Legal Asistance Consortium û International Bar Assaciation ku xelat dan, daxuyaniyek hevpar dan û diyar kir ku ‘B’T Selem’ di sala 1989’an de hatiye avakirin û  mafên sereke yên mirovan ên li ser axên di bin dagirkeriyê de ne dijîn, diparêze û her wiha der barê mafê wan de siyasetmedarên Îsraîl û raya giştî ya cîhanê agahdar dike. Ji ber vê jî ‘B’T Selem hêjayî Xelata Mafê Mirovan a Stockholmê hatiye dîtin. Xelat, bi merasîmeke ku li Berwaldhallen ku her tim konser lê tên dayîn, dan rêveberên rêxistinê.

Lîderê ‘B’T Selem’  Hagaî El Ad di merasîmê de axaftine kir û diyar kir ku ev xelat tê vê wateyê ku xebatên tevgerên aştiyê di qada navneteweyî de tê qebûlkirin.

Hagaî El-Ad bi lêv kir ku di mehên havînê de Îsraîlê li dijî Gazzeyê êrîş pêk anî û rêxistina wan der barê mijarê de çapemeniya cîhanê û raya giştî ronî kiriye û got: “Di êrîşên ku 51 rojan berdewam kirin, B’T Selem xebatên gelek girîng meşandin. Hevalên me li Gazzeyê di şert û mercên zehmet de xebitîn û encama van xebatan de binpêkirinên mafan li Îsraîlê hatin nîqaşkirin.

DAXUYANIYÊN RÊXISTINÊ DIKEVIN BER SANSURA DEWLETÊ

Hagaî El-Ab diyar kir ku gelek êrîşên Îsraîlê yên li dijî Gazzeyê ji aliyê çapemeniya Îsraîlê ve tên sansûrkirin û tê astengkirin ku raya giştî hovîtiyê bibîne û got: “B’T Selem raporeke ku nêzî 500 zarokên Filistînê jiyana xwe ji dest dane, amade kir, lê Radyoya Îsraîlê weşandina wê red kir.

B’T Selem li aliyekî binpêkirina mafan ên Îsraîl pêk tîne radigîhîne û li aliyê din jî li Qudsê  li navenda ku 40 kes têde dixebitin alîkariya hiqûqî dide Filistiniyan.