Xelata Aştiyê ya Aachenê ji dibistana pirçandî ya Duhokê re hat dayîn
Xelata Aştiyê ya Aachenê ji dibistana pirçandî ya Duhokê re hat dayîn
Xelata Aştiyê ya Aachenê ji dibistana pirçandî ya Duhokê re hat dayîn
Yek ji xebatên herî bi nirx ên Elmanyayê Xelata Aştiyê ya Aachen'ê, ji sê dibistanên cûda re hat dayîn. Du dibistanên li Berlîn û Offenbachê, ji ber ku civînên danasîna leşkeriyê redkirin û dibistaneke li Başûrê Kurdistanê bajarê Duhokê ji ber bi zimanên Kurdî, Asûrî û Erebî perwerdeyê dide, hêjayî xelatê hatin dîtin.
Komeleya Aştiyê ya Aachenê ji sala 1988'an û vir ve bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji kesên alîkariyê didin aştiya cîhanê re tê dayîn. Komeleyê di sala 1994'an de Leyla Zana û di sala 2004'an de Eren Keskîn hêjayî xelatê dît û îsal xelat da sê dibistanan. Du ji van dibistanan li Elmanyayê yek jî li Başûrê Kurdistanê ye.
Dibistana Amadeyî ya Robert Blum a li Berlînê û Dibistana Amadeyî ya Pişeyî ya Käthe Kollwitz a li Offenbachê ji ber civînên danasîna leşkeriya profesyonel red kirin hêjayî xelatê hatin dîtin. Jûriya xelatê da xuyakirin ku biryara xwendekarên herdu dibistanên mijara gotinê, li dijî mîlîtarîzmê biryareke mînakdar e.
Xwediyê sêyemîn ê xelatê jî Dibistana li Başûrê Kurdistanê bajarê Duhokê ye ku di sala 2004'an de ji aliyê pîskoposê Asûrî Rabban Al-Qas ve weke dibistaneke pirçandî hat avakirine. Hat ragihandin ku ev dibistan jî ji ber perwerdeya xwe ya bi zimanên Kurdî, Asûrî û Erebî, di warê ahengî û têkiliya navbera komên etnîk û olî de modêleke.
Dibistana mijara gotinê li ser erdekî ku Hikûmeta Kurdistana Federal jê re tedarikkiribû bi 75 xwendekaran destpê kiribû û niha xwedî 300 xwendekaran e.