Xebatkarên Newroz TV: Em ê bi bernameyên hê dewlemendtir bên pêberî we
Xebatkarên Newroz TV li dijî biryara reşkirina Newroz TV bertekên nîşan dan, diyar kirin ku wê bi bername cur be cur û dewlemendtir weşana xwe dewam bikin.
Xebatkarên Newroz TV li dijî biryara reşkirina Newroz TV bertekên nîşan dan, diyar kirin ku wê bi bername cur be cur û dewlemendtir weşana xwe dewam bikin.
Xebatkarên Newroz TV têkildarî reşkirina weşana qenalê Newroz ji ANF’ê re axivî:
Zeyneb Mûrad: Ez biryara Eûtelsat a ji bo reşkirina weşana Newroz TV şermezar dikim. Em hemû jî dizanin ev biryar ne biryarekî tenê li dijî qenalê Newroz TV’ye, biryarekî li dijî deng û rengê hemû gelê Kurd e. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku ev biyar têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdan tên meşandin ne çûda ye. Newroz TV weşanekî azad û serbixwe ji bo hemû gelan û bi taybet bûye dengê jinan. Em wekî xebatkarên Newroz TV û rojnamevanên Jin heta dawiyê em ê di vê rêyê de bimeşin û berxwedana rastiyê bikin.
Şoreş Gulî: Weke xebatkarekî qenalê Newroz TV ji beriya her tiştî biryara Eûtelsat a rawestandina weşana Newroz TV şermezar dikim. Ev biryar biryarekî der qanûniye û bi zext û gefên dewleta dagirker a Tirkiyeyê hatiye pêkanîn. Bila dagirker baş bizanin nikarin dengê azad qût bikin. Wê her tim Newroz TV xebatên xwe dewam bike. Bila gelê Kurd bêhêvî nebe wê rastî ti car neyên veşatin.
Selah Xidir: Her kes baş dizane ku ev biryarekî siyasiye, lê wê xebatên Newroz TV neyên astengkirin. Wê xebatên me yên pêşerojê hê baştir û bi bernameyên dewlementir bên weşandin. Gelek bernameyên mîna siyasî, çandî, jin û zarokan hatine amadekirin. Ev jî dide nîşandan ku wê xebatên Newroz TV di pêşerojê de bi awayê hê zîndîtir û dewlemen bê pêşberî temaşevanan. Em weke çapemeniya azad erk û berpirsyariya ku dikeve ser milê me heta dawiyê bimeşînin. Pêwîste her kes piştgiriyê bide çapemeniya azad, ji ber ku em deng û rengê gelan radixin berçavan.
Puya Azizi: Ez di beşa Farisî a televîzyonê de xebat dikim. Dibe ku di demek kin de ev rêbaz encam bistîne lê, hewldanek ku serkeve nîne. Rojnamevan û civakan hertim kariye rêyên alternatîv peyda bikin ku cudahiya xwe û dewletê bînin ziman û hember dîktatoriyê xwedî helwêst bin. Îran û Tirkiye bi rêya pîlanekî qirêj karîn daxwaza xwe bi rêya Eûtelsatê pêk bînin û weşana Newroz TV qut bikin. Tiştê xwe ku rû daye li dijî îdîayên Ewropa yên girêdayî mafê mirov û azadiya ramane. Ewropa hemû konvansiyon û daxûyaniyên xwe ku wek bingeha demokrasiya Rojava nîşan dide bi daxwaza Îran û Tirkiyê binpê kirin.
Necmedîn Xulamî: Dîroka Kurdan tijîye ji xebat û têkoşînê, her demê li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe ya mafdar kiriye. Bi taybet di pêşengtiya Tevgera Azadîxwaziya Kurd de di nava van 20 salên dawiyê de çapemeniya azad di warê ronîkirina têkoşîna gelê Kurd ê mafdar de rolekî pir mezin lîstiye. Ji ber vê yekê dewleta dagirker a Tirk her tim xwest ev çiraya ronahiyê ji nava hemû malan tarî bike û rastiyan binixûmîne. Ne hikûmeta AKP’ê ne jî Erdogan nikare deng û rengê têkoşîna gelê Kurd tarî bike; her ku hewl bide tarî bike bi alîkariya hêzên li pişt çapemeniya azad û xebatkarên têkoşîna çapemeniya azad dengê azadiyê û berxwedanê bilind kiriye. Ev êrîş dide nîşandan ku ka çiqas me dewletên dagirke tengav kiriye ku bi alîkariya welatên derve destdirêjiyê li qenlên me dike. Lê bila vê yekê baş bizanin em têkoşîna xwe ya rastiyan bernadin.
Mehnaz Qizillo: Di serî de ez biryara Eûtlesata a li dijî weşana me şermezar dikim. Eger em bixwazin behsa civakek azad bikin di serî de çapemenî û ragihandina azad heye. Em nikarin fikra civakek azad bikin dema ku çapemeniya azad tineye. Welatên wek Îran û Tirkiye bi alîkariya Rojava sêgoşeyek çêkirine û di vê bawerê deye ku Rojava li pişt maska humanîsm de xwe veşartiye û dema ku pêwîst bike wê alîkariya welatên desthelatdar yê Rojhela navîn.
Ew asteng kirina Newroz tv digel êrişa li dijî kovara Çarlî Hebdo li Fransa û êrişa DAIŞ li dijî binaya televiziyona Tolû li Efqansiatnê dide berhev û dibêje aliyên ku destê wan di şerê rojhelata navîn de heye ji çapemeniya azad ku rastiya bûyeran ji gel re ragihînin ditirsin. Erdogan bila baş bizanibe gelekan ev rêbaz şopandiye û bi ser neketiye. Çapemeniya azad tevî hemû zext û êrîşan jî xebata xwe ya rasteqîne dewam kiriye.
Dilşad Qûbadî: Êrîşekî topyekûn li dijî weşanên qenalên Kurdî heye, ev êrîş li çar kinarên welat tên protestokirin. Televîzyona me Neworz TV jî para xwe ji vê êrîşê girt. Bi hevkariya dewleta Tirk û Îranê weşana Newroz TV li ser peyka Eûtelsat hate tarîkirin. Lê bila ji bîr nekin Newroz TV ji niha û şûn de wê bi bernameyên cur be cur û dewlemend bên pêşberî temaşevana. Em ê xebatên xwe heta dawiyê dewam bikin.
Arya Bazmoûneh: Newroz TV ne tenê deng û rengê netewekê dide nîşandan, her wiha ji her çand û netewê para xwe ji vê qenalî digire. Newroz TV ya ku ji rastî û berxwedan gelan tim weşana xwe ya serbixwe dewam dikir. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û rejîma Îranê bi hevkariyekî gef li Eûtelsatê kir ku weşana me tarî bike. Ji niha û şûn de jî wê xebatên me bi bernameyên cur be cur û dewlemend dewam bike.
Aras Nezamî: Girtina weşanên çapemeniya azad û muxalîf ya li Tirkiye û derveyî welat ji binpêkirina mafê derbirînê zêdetir dide nîşandan ku rê li ber komkujiyên nû bide vekirin. Ji bo van kiryarên xwe jî bike, divê di serî de raya giştî ya Kurd û çapmeniya azad bêdeng bike. Di heman demê de ji bo çanda berxwedanê ya gelê Kurd çawe li Kobanê derket pêş û cîhanê ji vê berxwedaniyê re şahidî kir bide qûtkirin û gel ji vê berxwedanê dûr bixin. Gelek caran dewleta Tirk û hevkarê xwe serî li van rêyan dane, lê ti carî bi ser neketine vê carê jî bi ser nakevin. Em weke xebatkarên Newroz TV bi moralekî pir bilind li ser Nîlsatê weşana xwe dikin. Em ê heta dawiyê weşana xwe dewam bikin û ji rastiyê gav şûn de navêjin.