Xebatên ji bo hilbijartinê li Mîlano qediyan

Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, Koordînasyona Hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê qedand.

Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, Koordînasyona Hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê qedand. Endamên Koordînasyonê duh civiyan û diyar kirin ku ji  Bakurê Îtalyayê wê bi deh otobus û bi dehan wesayîtên şexsî re ji gelek nuqteyan hilbijêr wê biçin Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê û dengê xwe bi kar bînin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê da xuyakirin ku li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ew bêhtir bi koordîne ne û ew ê li gorî hilbijartina bihurî bêhtir dengan werbigirin.

Koordînasyonê her wiha ev bang li hilbijêrên li Îtalyayê kir; "Girîng e her kes mîna xebatkarekî HDP'ê bi berpirsyarî rabe û bi vî rengî tevbigere."