Xebatên hilbijartinê yên AKP'ê: 19 binçavî, 10 girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 19 kes hatin binçavkirin, 10 kes hatin girtin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re AKP di çarçoveya konsepta xwe ya şer de operasyonên qirkirina siyasî dişidîne. Her roj bi dehan endamên HDP'ê tên binçavkirin û girtin.

MÊRDÎN

Şevê din tîmên taybet li taxa Seydîn a navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan Rêveberê HDP'ê yê navçeyê Arap Yaşar û Saddettîn Kavak, Abîd Balci û Esad Ayaz hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina nehat zanîn û 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stewrê.

Li navçeya Nisêbîn jî polîsên tîmên taybet bi şev avêtin ser mala welatiyê bi navê Şehmûz Poyraz a li Taxa Zeynel Abîdîn Di serdegirtinê de di mal de lêgerîn hate kirin û Poyraz bi îddiaya "endamê rêxistinê" ye hate binçav kirin. Hate zanîn Poyraz birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

Li Dêrikê jî polîsan danê sibehê bi ser malên Serokwekîlê kevn ê Şaredariya Dêrikê Dogan Ozbahçelî, xebatkarên şaredariyê Mazlim Erek û Alaattîn Ecer û rêvebirê MEYA-DER'ê Mulkiye Şîmşek de girtin û ew binçav kirin. Siyasetmedarên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

BÛRSA

Li taxa Emek a navçeya Osmangazî ya BÛrsayê duh di encama serdEgirtina malan de 2 jê zarok 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 3 kes serbest hatin berdan û 5 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Bûrsayê piştî îfadeyan bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" biryara girtina 5 kesan da. Navên kesên hatin girtin wiha ne: Mazlûm Alp, Harûn Azak, Azmî Akkaya, Emrah Tunk, Gökhan Işik.

SÊRT

Li Sêrtê ji 22 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 12 kes duh danê êvarê sewqî adliyeyê hatin kirin. 7 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan, 5 kes jî bi daxwaza girtine sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Alî Ozdemîr, Yakup Kuluç, Cemal Çelepkulu, Erkan Sahat û Mervan Daşçi bi îddiaya ku "endamê rêxistinê" ne hatin girtin. Ji 22 kesan 10 kes jî pêr piştî dozgeriyê sewqî dadgehê hatibûn kirin û 6 kes hatibûn girtin.

ŞIRNEX

Li navçeyên Cizîr û Qilebanê yên Şirnexê danê sibehê polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 5 welatî binçav kirin. Li Cizîrê polîsan şevê din li taxa Dagkapi ya ku xendek lê nehatine kolandin bi ser malekê de girtin. Polisan di malê de lêgerin pêk anîn û ciwanê bi nav Firat Imrag (19) binçav kirin. Li Qilebanê jî polîsan bi ser gelek mala de girtin û welatiyên bi navê Leyla Yaman, Vacît Yaman, Sekvan Yaman û Emîne Şengul binçav kirin.