Xebatên hilbijartinê li Serhedê bê navber dewam dike
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dewam dike. Li Qers û Wanê namzetên parlemeteriyê bi gel re civiyan û eleqeyek mezin hate nîşandan.
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dewam dike. Li Qers û Wanê namzetên parlemeteriyê bi gel re civiyan û eleqeyek mezin hate nîşandan.
Namzetên parlemeteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdanan esnafan kirin û di hilbijartinê de daxwaza piştgiriyê kirin.
Xebatên HDP’ê yên li Qersê dewam dikin. Namzetên parlementeriyê Ayhan Bîlgen, Arzû Macû û Bariş Alinak yên HDP’ê û rêveberên bajarê Kazim Paşa û di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Cûmhûrteyê bi gel re civiyan.
Namzetên ku li ser rêya Kazim Paşa serdana esnafan kirin, vexwedin mîtînga ku wê roja Înê li Qada Cûmhûrteyê ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tevlî bibe kirin. Di serdanê de namzetan guh dan esnafan. Di serdanê de namzetê Parlemeterê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen û bal kişand ser kirîzên aboriyê.
Namzetên parlemeteriyê yên Qersê gel vexwendin mîtînga ku wê roja Înê li Qada Cûmhûryetê bê lidarxistin ku têde Pervîn Bûldan jî wê beşdar bibe, kirin.
WAN
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê li hemû navçeyan dom dike. Li Bêgirî û Ebexê buroyên hilbijartinê bi heybet hatin vekirin. Li gundên Dalbesta û Kiyicak ên girêdayî navçeya Şaxê jî xebatên hilbijartinê hatin kirin. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û hevşaredara Îpekyolûyê Bêrîtan Tayyan a qeyûm hate wezîfedarkirin li gundên dikevin taxên Aşagi Çîgliyê ya Îpekyolûyê belavok belavkirin, di hilbijartinê de piştgirî xwestin.
Rêxistina HDP’ê ya Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li navçeyên Ebex û Bêgirê namzet dan naskirin.
EBEX
Namzet û HDP’yiyên ku bi dehan konvoyan ketin navçeya Ebexê. Piştî ku li navenda navçeyê tûr geriyan û şûnde gel û esnafan eleqeyek mezin nîşandan. Di merasîma naskirina namzetan de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê Tayîp Temel, Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Serisaç, Muazzez Orhatn Mukaddes Karakoç, Asûman Yelmazer, Aktivîstên TJA, Nûnerên KCD û gel amade bûn.
Di merasîma naskirinê ya li pêşiya avahiya navçeyê pêk hat de Hevserokê HDP’ê Umît Dede, Parlemetera HDP’ê Bedîa Ozguoke Ertan axivîn û banga piştgiriyê kirin.
Piştî Ebexê, gel namzetên HDP’ê li Bêgirî pêşwazî kirin dirûşmên “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” qîr kirin.
Piştî ku namzetan li pêşiya avahiya navçeyê gel silav kirin û şûnde namzetê Parlemeteriyê yê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç axivî û diyar kir ku wê bibe layîqî daxwaz û vîna gel.
Piştî nasandina namzetan û şûnde civîn bi gerandina govendê û dirûşman ve bi dawî bû.