Xaziyê Pirsûsê Alankûş: Em bi daxwaza edaletê li hev bicivin

Ûlaş Alankûş ê ku bi saxî ji komkujiya li Pirsûsê filitî û piştre bi mehan hat girtin, banga "Bi daxwaza edaletê em li dijî rejîma AKP/Qesrê li hev bicivin" li her kesî kir.

Ûlaş Alankûş ê ji hovîtiya Pirsûsê rizgar bû, ji ber ku tevlî merasîma cenazeyên hevalên xwe yên li Pirsûsê hatin qetilkirin bû hat girtin û 8 mehan li girtîgehê hat girtin. Alankûş beriya demeke kin ji girtîgehê derket û niha kampanya "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" ya SGDF'ê dimeşîne. Alankûş bang li her kesên daxwaza edaletê dikin kir, ku li dijî Qesrê li hev bicivin.

Ûlaş Alankûş şoreşgerekî ciwan ê 19 salî ye. Di komkujiya Pirsûsê de ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin, Alankûş rizgar bû. Di dema teqînê de ew rûniştî bû û bi pankartê digirt. Piştî teqînê ew dikeve ser milê xwe. Zinginî ji guhên wî tê. Bêyî ku fêm bike bê çi qewimî, yekser ji wir diçe. Jê heye ku bombeya destan an jî bombeya deng avêtine wan. Dema digihêje ber deriyê Navenda Çandê ya Amara û li dû xwe dinêre, hingî fêm dike bê çi bûye.

Tevî hevrêyên xwe yên din, dest bi rakirina birîndaran dike. Di vê kêliyê de polîs gefan lê dixwe û êrîşî wî dike. Wesayîtên polîsan ên zirxî ku beriya teqînê li ti cihî xuya nedikirin, heman piştî teqînê tên cihê bûyerê. Beriya ambûlansan ew tên û rê digirin.

DEMA BIRÎNDAR RAKIR, POLÎSAN BERÊ LÛLEYA TIVINGÊ DAN WÎ

Ûlaş Alankûş dibêje, ji bo nehêlin ew birîndaran rakirin ev astengî hatin derxistin û wiha dewam kir: "Ewilî wesayîtê zirxî yên mezin hatin. Çekên xwe rakirin û berê tivingên xwe dan me. Li holê tiştek tinebû. Pişte polîs û leşkerên bi mertal hatin. Polîs û leşkeran êrîşî hevalekî me kirin. Min hingî birîndar radikir. Lê dengê gef û heqareta wan dihat min. Piştî ku min birîndar derxist, ez çûm wî alî. Sixêf dikirin. Min di çavên wan de pirsa 'ev çima nemiriye' dît. Hêrsa hingî ketibû dilê min, gelekî mezin bû."

ŞOREŞ JI ZAROKATIYÊ VE XEWNA MIN E

Ûlaş Alankûş li ser banga SGDF ku endamê wê ye, tevî zêdeyî 300 ciwanan ji bo pêçandina birîna Kobanê bi rê ket. Her wiha xwest şahidiyê ji şoreşê re bike. Dibêje, "Şoreş xeyaleke min a ji dema zaorkatiyê ve bû û min ê cara yekê ew bidîta."

Eger karîbûya xwe bigihanda Kobanê wê tevlî karê avakirina daristana bîranînê û pirtûkxaneyê bibûya.

Beriya bi rê bikeve, bi Hatîce Ezgî Sadet, Polen Unlu, Buşra Mete û Ece Dînç re li aliyê Anatoliyê dixebitî. Stant vedikirin û alîkarî kom dikirin. Hewldana 4 jinên ciwan ên li Pirsûsê hatin qetilkirin bibîr dixîne û dibêje, "Her kes bi şev û roj dixebitî. Polen û Ezgî bi roj stant vedikirin. Êvarê jî li kafeyekê dixebitîn. Bi heqdestên xwe yên ji wê derê bi dest xistin re, alîkarî didan."

Hesta ku di wê demê de di hişê mirovan de ma, coş û kelecan bû: "Em hemû gelekî bi coş bûn, gelekî."

WÊNEYÊN ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ ÇIRANDIN

Ûlaş Alankûş di 11'ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin. Bi qasî 8 mehan li girtîgehê hat girtin. Bi 'endametiya rêxistinê' hat sûcdarkirin. Weke delîlên vê sûcdariyê jî, tevlîbûna li merasîma cenazeyên Şehîdên Rojava û Pirsûsê û wêneyên bi şehîdên Pirsûsê re kişandî, hatin nîşandan.

Yek ji van wêneyan, di dema serdegirtina mala wî de ji aliyê polîsan ve li pêş çavên wî hatiye çirandin. Li dosyaya li dijî wî hat amadekirin, wêneyê bi Hatîce Ezgî Sadet re li stantan alîkariyê kişandî, hat bicihkirin.

Di wê baweriyê de ye ku girtina wî pêwendiya xwe bi komkujiya li Pirsûsê re heye û dibêje, "Xuya ye yên ku karîbûn qetil bikin xistin gorê, yên ku nikarîbûn qetil bikin hewl dan bişînin zîndanê. Ev hêrsa xwe bi rengekî vekirî nîşan dan."

EM Ê EDAETÊ JI WAN BISTÎNIN

Alankûş yek rêveberên kampanya SGDF a "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" ye. Dibêje, bi îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de berhev bikin, ew dixwazin mîlyonek mirovî li dijî rejîma AKP/Qesrê, bi daxwaza edaletê li hev bicivîne.

Alankûş dibêje, "Em dizanin dewlet, polîs, leşker hemû hevparên vê komkujiyê ne. Lewma em edaletê ji wan hêvî nakin. Em ê edaletê ji wan bistînin. Di vê oxirê de em têdikoşin. Ji ber vê yekê em bang li mirovên xwedî wijdan ên vî welatî dikin. Em li hev bicivin û edaletê pêk bînin."