Windakirin veguheriye karekî şer

Li gorî agahiyên berfireh ên xebata bi wesîleya Roja Kesên Winda ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin, li zêdeyî sed welatî mirov bi zorê hatine windakirin.

Li gorî koma kar a li ser windayan, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) hate avakirin, li gelemperiya cîhanê bi deh hezaran bûyerên windakirinê yên hatine belgekirin hene û tevî peymanên navneteweyî jî li dehan welatî ev yek weke pratîka şer derdikeve pêş.

55 HEZAR SERLÊDAN JI 105 WELATAN LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HATIN KIRIN

Li komîsyona ku ji bo lêkolînkirina windayan sala 1980'î di bin sîwana NY de ava bû, 55 hezar serlêdan ji 105 welatan heta roja îro hate kirin. Lê belê tê texmînkirin, ku hejmara rastî ya mirovên bi zorê hatine windakirin bi sed hezaran, heta bi mîlyonan e.

Li Tirkiyeyê jî, piraniya wan li Kurdistanê hê bi hezaran kes winda ne. 

Li gorî NY, hejmara windahiyên li Koreya Bakur 200 hezar e. Li Sûriyeyê, ku hê şerê navxweyî lê dewam dike, windakirin weke karekî şer dewam dike. Li Iraqê, hejmara ku tenê serî NY daye, 16 hezar e.

Beşeke girîng a welatên winda lê hene, li parzemîna Afrîkayê ne. Car carna bisekine jî, li Komara Demokratîk a Kongoyê bi hezaran kes hatine windakirin. Wekî din, li Bûrûndî û Sûdanê jî windakirin weke polîtîkayeke şer gihîştiye roja îro.

TIRKIYEYÊ HÊ MOHRA XWE DANANIYE BINÎ

Peymana Windahiyan a ku Neteweyên Yekbûyî sala 2010'an xiste meriyetê, ji 1'ê Çileya 2017'an û pê ve 96 welatan îmze kirin û di nava van welatên mohra xwe avêtin binî de li 54 welatan peyman ji aliyê orgnaên erkdar ve hate erêkirin. Di nava welatên ku mohra xwe danîne binê "Peymana navneteweyî ya li ser parastina Her kesî ya berî bên windakirin" hê Tirkiye nîne.

Tevî hemû bangawaziyan jî hikumeta AKP'ê naxwaze mohra xwe deyne binê vê peymanê.