Wezîrê Karê Derve yê YE’ê: Divê bersivek bi hêz bidin Sûriyeyê

Wezîrê Karê Derve yê YE’ê: Divê bersivek bi hêz bidin Sûriyeyê

Wezîrê Karê Derve yên Yekitiya Ewropayê, bang kir û diyar kir ku divê li dijî êrîşa ‘kîmyewî’ ya ku di 21’ê Tebaxê de li Sûriyeyê pêk hat û rejîma Esad sûcdar tê dîtin de, bersiveke bi hêz û aşkera bê dayîn.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê John Kerry tevli civîna wezîrên Karê Derve ya YE’ê ya li Vîlnîus bû. Der barê civînê de Nûnerên Bilind yê Têkiliyên Derve ya YE’ê Catherîne Ashton axivî û got: “Em bersiveke bi hêz û aşkera dixwazin.”

Asthon encamname xwend û diyar kir ku wezîran di êrîşa li herêma Şamê ku rê li ber mirina sedan kesî vekiriye, tespîta bi hêz ya ku berpirsyariya rejîmê nîşan dide, de li hev kirine.

Di destpêka civînê de gelek wezîran beriyan ku biaxivin û diyar kiribûn ku divê li bende rapora mufetîşên YE’ê bisekinin.

Wezîrê Alman Guîdo Wewtervelle, surprîzek kir û îmze avêt banga hevpar ya der barê ku hwelat3en  G20’an bersiveke bi hêz ya navnetewî bide.  Almanya yekane welatê Yekitiya Ewropayê  ku di G20’an de cih digir û îmze neavêtibû vê metnê.

 Suudî Erabistan, Avustralya, Kanada, Koreya Başûr, Ispanya,DYA, Fransa, Îngilistan, Îtalya, Japonya Û Tirkiyeyê, di dema Zîrveya G20’an a St. Petersburgê de deklarasyoneke hevpar qebûl kiribû. Welatên îmze avêtin diyar kirin ku ew her tim li gorî biryara Konseya Ewlehiya NY’ê dê tevbigerin û gotibûn ev du sal û nîve Konsey xitimiye. Di deklerasyonê de hatibû diyar kirin ku cîhan nekare li bende prosedurên têkçûyî bisekine û gotibûn ew piştgiriyê didin DYA û welatên ku çekên kîmyewî qedexe dibînin.

Di nava welatên îmze avêtin de Suudî Erebîstan, Tirkiye, Fransa, Tirkiye û Îngilistan ku piştgirî didan komên çekdar yên li dijî Esad hebûn. Piştgiriya Tirkiyeyê û Erebîstanê bi awayekî eşkera xuya dike. Parlamentoya Îngilistanê mudaxaleyeke leşkerî erê kiribû.

Tê payîn ku Kerry piştî ji Vîlnuîs veqetiyaye dê îro ji nîvro şûnde biçe Parîsê. Li vir dê bi wezîrê karê derve yê Fransayê  Laurent Fabîus re daxuyaniyek hevpar bide. Fransa û DYA hewl didin ku ji bo mudaxaleya li dijî Sûriyeyê koalîasyonekê ava bikin.