Wezîrê berê Ensarîoglu: Ez dixwazim derbasî BDP’ê bibim

Wezîrê berê Ensarîoglu: Ez dixwazim derbasî BDP’ê bibim

Wezîrê berê M. Salîm Ensarîoglu, da zanîn ku ev demeke dirêje bi BDP’ê re hevdîtinan dike û got ji bo derbasî BDP’ê bibe tu astengî tune û got: “Ezê bi malbat û derdora xwe re biryarê bidim. Armanca min eve ku ez piştgiriyê bidim pêvajoya çareseriyê. Min BDP nêzî xwe didît, niha zêdetir nêz dibînim.”

Heyeteke ji cigirê serokê gitşî yê BDP’ê û şaredarê berê yê Pîranê Abdullah Akengîn pêk dihat bi wezîrê berê yê dewletê M.Salîm Ensarîoglu re hat cem hev.

Ensarîoglu da zanîn ku ev demeke dirêje bi heyeta BDP’ê re hevdîtinan dikin û got: “Ji bo emelyata kurê min ji BDP’ê heyetek hat. Me di serdanê de geşedanên dawî nirxand. Ez 60 malbata min di partiyên siyasî yên cuda de siyaset kirine. BDP pir nêzî min bû. Partiya Kurdan bû. Di BDP’ê de di gelek mijaran de nermbûneke heye. Ji ber vê ez dikarim derbasî BDP’ê bibim. Ji bo ev mijarê zelal bikim ez dê biyara xwe bi malbat û derdora xwe re bidim. Ez dixwazim siyasetê bidomînim. “