Wezîr Ergîn: Di 7 mehan de 109 girtî mirin

Wezîr Ergîn: Di 7 mehan de 109 girtî mirin

Wezîrê Dadê Tirk Sadullah Ergîn diyar kir ku di sala 2012’an de li girtîgehan ji 18’ê tîrmehê û vir de 109 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bersiv da pêşniyarpirsa nivîskî ya Parlamenterê Dersîmê yê CHP’ê Huseyîn Aygun û diyar kir ku li saziyên înfaza cezayê di sala 2012’an hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Li gorî agahiyên Ergîn dane di 2002’an de 89 kesî, di 2003’an de 163 kesî, di 2004’an de 54 kesî, di 2005’an de 59 kesî, di 2006’an de 157 kesî, di 2007’an de 176 kesî, di 2008’an de 211 kesî, di 2009’an de 196 kesî, di 2010’an de 252 kesî û di 2011’an de jî 268 kesî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ku Ergîn dane di 2012’an de jî ji 18’ê tîrmehê û vir de hejmara girtiyên mirine 109 e .