Wezareta Navxweyî ya Tirk çûna Roboskiyê qedexekir

Wezareta Navxweyî ya Tirk çûna Roboskiyê qedexekir

Endamên Federastyona Ciwanên Sosyalîst yên ji ber sedema salvegera Komkujiya Roboskiyê xwestin biçin Roboskiyê li geliyê Kasrîk yê ketina Şirnexê ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin. Cendirmeyên ku destûra çûyînê nedan dane diyarkirin ku, ew li gorî giştînameya Wezareta Navxweyî şandine dê destûrê nedin.

Biboneya salvegera komkujiya Roboskiyê ku 28’ê Kanûna 2011’an balefirên artêşa Tirk gundiyên Kurd bombebaran kirin û piraniya wan zarok 34 Kurdên sivîl qetil kirin, gelek endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst bi 4 otobusan ji Stenbol û bajarên din ketin rê. Endamên federasyonê ku gihan Şirnexê di demjimêr 04.00’an de di ketina Şirnexê de li geliyê Kasrîk ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin. Cendirmeyan da diyarkirin ku, li gorî giştînameya Wezareta Navxweyî şandiye ew destûrê nadin biçin Roboskiyê.

Bi sedan mirov ji bo biçin Roboskiyê ketin rê, şandeya CHP’ê jî giha Roboskiyê.