Wezareta Karên Derve ya Tirk PDK derewand!

Çapemeniya PDK'ê îdîa kiribû ku Tirkiye li dijî referandûmê nîne. Lê Wezareta Karên Derve ya Tirk ev îdîa derewand û got, "Di di helwesta me de ti guhertin nîne."

Wezareta Karên Derve ya Tirk, îdîayên çapemeniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser referandûma li Başûrê Kurdistanê derewand.

Dewleta Tirk, ji roja destpêkê ve dibêje ew li dijî referandûmê û serxwebûnê ye. Lê organên çapemeniyê yên PDK'ê, duh nûçeyeke ku çavkaniya xwe nediyar bû weşand û tê de îdîa kiribû ku "Dewleta Tirk wê serxwebûnê qebûl bike."

Di nûçeya navborî de hatibû îdîakirin, ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû gotiye, "Eger hin şert û merc bi cih werin anîn, wê Tirkiye serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl bike."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirk Sefîrê Bliind Huseyîn Muftuoglû li ser mijarê daxuyanî da û ji bo vê nûçeyê got, "bi temamê bêsparte û bê bingeh e." Muftuoglû got, "Di her platformê de me ragihand ku em li dijî biryara referandûma serxwebûnê IKBY ne. Ev yek di her qonaxan de hatiye ziman." Muftuoglû diyar kir, ku di helwesta wan de ti guhertin nîne.

Piştî vê daxuyaniyê, organên çapemeniyê yên PDK'ê, nûçeya navborî ji malperên xwe derxistin. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispart rayedarên PDK'ê hatibû îdîakirin, ku eger gefek ji Başûrê Kurdistanê li hemberî Tirkiyeyê nebe, wê Tirkiye serxwebûnê qebûl bke.

GELO PEREYÊ PETROLÊ HATE BIRÎN?

Wekî din, balkêş e ku Tirkiye pereyê petrola ku PDK difiroşe Tirkiyeyê biriye. Piştî ku mijar kete rojeva çapemeniyê, Berdevkê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, "Transfera pere ne ji ber sedemên siyasî, lê ji ber pirsgirêka teknîkî ya navbera bankayên transferê dikin, sekiniye."