Wezareta Karên Derve ya Elman wê bi ciwanên Kurd re rûne

Wezareta Karên Derve ya Elman wê bi ciwanên Kurd re rûne

Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê  (YXK) piştî avahiya Bochum a SPD’ê ya di hikûmeta koalîsyonê ya Elmanyayê de cih digire, nûnerê Wezareta Karên Derve ya Elmanya hevdîtina bi ciwanan re qebûl kir.  SPD jî soz da wek partî der barê Kobanê de daxuyaniyekê bide û bikeve nav hewldanan.

Li dîjî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê komeke endamên YXK’ê avahiya Bochum a SPD’î dagir kirin. Ciwanan xwestibûn SPD  li hember êrîşên li dijî Kobanê aşkera helwesta xwe nîşan bide û gotibûn ku heta daxwaza wan bê cih wê çalakiya xwe bidomînin.  Du rayedarên SPD bi ciwanan re rûniştin, rayedarekî ji Wezareta Derve jî soza hevdîtinê da.

Li gor agahiyên ji ciwanan hatin wergirtin, nûnerê Wezareta Karên Hundir ji bo saet 18.00’ê êvarî randevû daye wan.