Weşana Newroz TV hat rawestandin
Şîrketa Eutelsatê piştî girtina Med Nûçe TV biryara girtina Newroz TV da û weşana wê rawestand.
Şîrketa Eutelsatê piştî girtina Med Nûçe TV biryara girtina Newroz TV da û weşana wê rawestand.
Beriya niha bi zextên RTUK'ê şîrketa Eutelsatê biryara girtina Med Nûçeyê dabû, îro jî ji aliyê Eutelsatê ve weşana Newroz TV'yê ya ku bi zaravayên Soranî, Goranî yên Kurdî û zimanê Farisî weşana xwe dikir li gorî saeta Ewropayê saet di 11.00'an de hat rawestand.
Newroz TV wê êdî weşana xwe li ser vê ferakansê berdewam bike;
Peyk: Nilesat
Frenkans: 11354
S.R: 27500
Pol: Vertical
Fec: 5/6