Wêneyên hovîtiya AKP’ê li PA’yê hatin nîşandan

Wêneyên hovitiya dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê pêk anî, li Parlamentoya Ewropayê (PA) hatin nîşandan. Pêşangah ji hêla nûnertiya HDP Ewropa ve hatiye organîzekirin û wê heftiyekê dewam bike.

Wêneyên qirkirina Kurdan ku dewleta Tirk a li Sûr, Cizîr, Nisêbî û Geverê ki Parlamentoya Ewropayê tê nîşandan. Pêşanga ku ji hêla HDP Ewropa ve hatî organîzekirin ji 32 wêneyên qirkirinê pêk tê. Pêşangeh ji wêneyê Sertaç Kayar, Azîz Ogur û Aûrore Belot pêk tê û bi navê ‘’Li Tirkiyê şewitandina bajarên herêma Kurd û binpêkirina mafên mirovan’’ vebû. Pêşangeh bi tevlêbûna gelek kesan duh vebû.

VERGÎAT: ERDOGAN WÊ BI KUŞTINA SIVÎLAN DEMOKRASIYÊ BÎNE?

Marîe-Chîstîne Vergîet di vekirina pêşangehê de bi fransî axivî û got, ‘’Ev prensîb e ‘’ , bal kişande ser rewşa li Tirkiyê û wiha got: ‘’Rewşa ji 15’ê Tîrmehê û vir ve ji fikaran wêdetir e. Bi taybetî jî li Rojhilatê Tirkiyê bi ‘’Qedexeyên derketina derve’’ û ‘’Bombekirinan’’ Vergîet diyar kir di wêneyan de hovîtî tê dîtin û wiha anî ziman: ‘’Dema ku mirov li van wêneyan û yên têkildarî van wêneyan dibîne, ku neyê gotin ev li Tirkiyê hatin girtin, mirov dibe qey wêneyên Sûriyê ne. Di vê rewşê de ku ez dikari jê re şerê navxweyî bibêjim, tişta dramatîk ew e ku hurmet ji hiqûqa şer re û mafê mirovan re nayê nîşandan. Ji Erdogan weye ku ew li dijî terorê şer dike. Bi kuştina sivîlan, bi kavilkirina bajaran, ev nabe têkoşîna dij terorê. Em ji rewşa Tikriyê metirsîdar in. Ji Tîrmehê û vir ve em bêhtir bi fikar in.’’ Wênegir Aurore Belot jî got, ‘’ez we bi wêneya re dihêlim. Ew ji min bêhtir dikarin biaxivin.’’

SARIYILDIZ: ERDOGAN JI TIŞTA KU DIVÊ BIBÎNE DITIRSE

Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got, wêneyên ku di pêşangehê de beşekî biçûk ê hovîtiyê nîşan didin û wiha axivî: ‘’Ev wêne tenê beşekî biçûk ê hovitiya li Kurdistanê ye ku bi destê dewleta Tirk pêk hatiye. Di telefona min de wêneyên mirovan hene ku di jêrzemînan de hatine şewitandin. Di morgên nexweşxaneyan de, di kîsan de parçeyên bedena mirovan hene. Ditirsin ku ev werin nîşanda ji ber ku li ser sûc hatin zevtkirin. Divê Ewropa van hemûyan bibîne.’’ Sariyildiz, got, ji bo ku ev wêne li vir neyên nîşandan pir lebikîn, ditirsi ku sûcê wan derkevin holê.

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkodgan jî got, ‘’Ev wêne di raporên me de jî hene. Li ser maseya rayedarên Tirk û saziyên navnetewî hene. Em dixwazin edalet pêk were.’

...