'Welayetê naxwazin, serdestiyê dixwazin'
Seroka berê ya ANAP'ê Nesrîn Nas, li ser pêşniyara Destûra Bingehîn a pêşkêşî referandûmê bê kirin got, "Vê carê wekaletê naxwazin, serdestiyê dixwazin." Nas got, ew ê di referandûmê de dengê 'Na' bide.
Seroka berê ya ANAP'ê Nesrîn Nas, li ser pêşniyara Destûra Bingehîn a pêşkêşî referandûmê bê kirin got, "Vê carê wekaletê naxwazin, serdestiyê dixwazin." Nas got, ew ê di referandûmê de dengê 'Na' bide.
Seroka Giştî ya 5 . a Partiya Anavatanê, ku xwe fesih kir, Nesrîn Nas têkildarî guhertina destûra bingehîn a ji bo sîstema serokatiyê got, "Mirovê herî zêde nêzî min jî be, ez hemû mafên xwe siberoja xwe, radestî wî/wê kesê nakim. Ji ber vê yekê ez ê bêjim 'NA'."
Nas ku di nava Hewldana Welatiyan (Yûrttaş Gîrîşîmî) de bi rengekî çalak dixebite, bibîr xist ku ew aborînas e û wê di referandûmê de dengê 'NA' bi kar bîne. Nas got, "Dema e ji aliyê pîşeyê ve xwe ve li rewşê binêrim, nepêkan e ku dengê 'erê' bidim. Eger ez rabim weke aborînasekê ji we re qala rê û rêbazên ji bo mezinbûna aboriya welatekî bikim, weke karê sereke divê bêjim, 'lazim e razemenî bên zêdekirin'. Lê eger hûn bipirsin bê razemenî çawa dikarin zêde bibin, hingî ez ê bêjim 'bi ewlehiya hiqûqî'. Beriya her tiştî ev destûra bingehîn ewlehiya hiqûqî ji holê radike."
'HILBIJARINA LI SER ŞÊWEYÊ JIYANA ME YE'
Nas destnîşan kir, destûra bingehîn ne ji bo astengkirina maf û azadiya şexsan, lê ji bo parastin azadî û mafên mirovan li hemberî hêza dewletê, tên çêkirin û wiha dewam kir: "Dema mirov li xalên li ser guhertina destûra bingehîn dinêrin -hin xal ne di navê de- tê dîtin, ku şexs li pêşberî hêza dewletê rût û tazî tê hiştin. Gelo ez ê çawa ji vê re bêjim 'erê'? Ev yek ne hilbijartina partiyekê, ne hilbijartina parlamenterekê/î ye. Ev hilbijartin li ser rêbaza jiyana we, mafê we yê mulkiyetê, darizandin, siberoja zarokên we ye. Di demokrasiya parlamenter de, weke şexsekî welatek ji min tê xwestin. Ez jî wekaleta xwe ji bo demekê didim. Lê belê vê carê, rewş ne bi vî rengî ye. Wekaletê naxwazin. Serdestiyê dixwazin. Ji min re dibêjin, 'jiyana xwe radestî min bike; ez ê biryarê bidim bê tu yê çawa bijî, çawa bifikire'. Hîç ne girîng e ev kes Ahmet, Mehmet ya jî Recep Tayyîp Erdogan be. Mirovê herî zêde nêzî min jî be, ez hemû mafên xwe siberoja xwe, radestî wî/wê kesê nakim. Ji ber vê yekê ez ê bêjim 'NA'."
'BILA HILBIJÊRÊN AKP'Ê DESTÊ XWE DEYNIN SER WIJDANÊ XWE'
Nesrîn Nas destnîşan kir, pirsgirêkêke mezin e ku referandûm di nava Rewşa Awarte de tê lidarxistin û parlamenterên girtî bibîr xist. Nas got, "Dema em dibêjin NA, em balê dikişînin ser rewşa girtî ya siyasetê" û wiha dewam kir: "Eger mirov qala sîstema parlamenter dike, divê zanibin ku hevserokên partiyeke li parlamentê û parlamenterên wê girtî ne. Di rewşekê de ku mafê wan ê gotinê nîne, nabe ku dengdan li ser destûra bingehîn were kirin. Ev yek ji destpêkê ve meşrûiyeta pêvajoyê têk dibe."
Nas da xuyakirin, ku di referandûmê de wê gel siberoja xwe diyar bike û wiha dewam kir: "Hûn ê xebata xwe ya li ser 'NA', li taxa xwe, li kolan û mala xwe bikin. Ev, siberoja we ye. Siberoja ti partiyê nîne. Siberoja CHp, HDP û MHP'ê yan jî ya AKP'ê nîne. Siberoja me bi xwe ye."
Seroka berê ya ANAP'ê û aktîvîsta Hewldana Welatiyan Nesrîn Nas, der barê hilbijêrên AKP'ê de jî got, "Eger hilbijêrên AKP'ê ne tenê li karê xwe, li çend qurişan û li îhaleyan bifikire, eger li pêşberî guhertina ku biryara li ser siberoja her kesî radestî şexsekî dike, destê xwe deynin ser wijdanê xwe, wê dengê 'erê' nedin. Her kes dema deng dide, divê ne li xwe, lê li zarokên xwe bifikirin."