Welatparêzê Kurd Bûrhan Kitay rehmet kir
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê welatparêzê Kurd Bûrhan Kitay di 58 saliya xwe de rehmet kir.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê welatparêzê Kurd Bûrhan Kitay di 58 saliya xwe de rehmet kir.
Bûrhan Kitay li Çewligê ji dayik bûbû û derbarê wî de doz hatibûn vekirin. Kitay 24 sal bûn li sirgûnê bû û tedawî didît. Kitay li Ost Krankenhaûs a Bremenê ku tedawî dibû, ji ber dilêşê rehmet kir.
Kitay di salên 90’î de di xebatên HEP’ê de cih girtibû.
Cenazeyê Bûrhan Kitay piştî karên fermî wê li warê wî Çewligê were veşartin.