Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Welatiyên Efrîn û Şehbayê li ser lingan bû: Kujer Erdogan

Gelê Efrîn û Şehbayê, di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya dewleta Tirk meşek lidar xistin. Di meşê de bal hate kişandin ku wê vîna xwe radest nekin.

Bi hezaran Efrîniyên li Kampa Berxwedan a Herêma Şehbayê û gelê Şehbayê di çarçoveya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya dewleta Tirk meşek lidar xistin. Di meşê de aliyê YPG û YPJ, Kongreya Star û TEV-DEM’ê hatin bilindkirin. Girseya gel di meşê de pankartên bi nivîsên “Em çalakiyê 26’ê Gulanê silav dikin”, “Em ê bi ruhê Avesta, Arîn û Barînan Efrînê azad bikin” û “Kujer Erdogan” vekirin.

BERXWEDAN SILVA KIRIN

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM a Efrînê Mûstefa Hesen bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî dagirkerî û pêkanînê mafê mirovan dawî li bêdengiya xwe bînin.

Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên jî destnîşan kir ku deweta Tirk bi êrîşan dixwaze vîna gelê Kurdi bişkîne û got: “Gelê Efrînê û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê tevî hemû êrîşan jî berxwedana xwe didomîni. Bi êrîşan vîna gel nayê şikandin.”

Piştî axaftinan û şûnde daxuyaniya Meclîsa Rêveber a Efrînê hate xwendin. Di daxuyaniyê de çalakiyên ji bo Efrînê û hemû çalakiyên 26’ê Gulanê yên li cîhanê tê kirin hate silavkirin.