Wekîlên HDP li ber NY dest bi greva birçîbûnê kirin

Wekîlên HDP li ber NY dest bi greva birçîbûnê kirin

Parlamenterên HDP’ê ji bo balê bikişîn ser êrîşên çeteyên DAIŞ li ber navenda Neteweyên Yekbûyî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Şirnexê  ya HDP’ê Selma Irmak, Parlamenterê Wanê Kemal Aktaş, parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel, Parlamentera Parlamentoya Ewropa ya berê Feleknaz Uca li ber naven da NY’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Wekîlên HDP’yî û Uca ku danê sibê hatin Cenevre, piştî hevdîtanan li ber avahiya NY daxuyaniyek dan û dest bi çalakiya xwe kirin. Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê medyaya Swîsre jî hat şopandin, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak got ku bêdengiya hêzên navneteweyî têkildarî êrîşên li dijî Rojava û bi taybet Kobanê nayên qebûlkirin.

Irmak di dewama axaftina xwe de got ku YPG û HPG ne tenê ji bo Kurdan ji bo pêşeroja Asûrî, Sûryanî, Tirkmen, Ereb û tevahî gelên Rojhilata Navîn têkoşînê dikin. Irmak got: “Kurd li  hemberî vê rêxistina li dijî mirovatiyê bi tena xwe şer dikin” û anî ziman ku ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser tiştên rû didin dest bi çalakiyeke wiha kirine.

Piştî Irmak Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel jî axivî. Tuncel diyar kir komkujiyek ku li Kobanê pêk bê wê ne tenê çeteyên DAIŞ, tevahî hêzên navneteweyî yên li hember rewşê bêdeng man jî  berpirsiyar bin.

Aktaş û Uca jî di axaftinên xwe yên kurt de bang li  hêzên navneteweyî kirin ku li dijî DAIŞ têkoşîneke aktîf pêş bixin û gotin ku heta çalakiya wan encam bide wê dewam bikin.

Piştî daxuyaniyê wekîl derbasî konê li ber avahiya NY a wê çalakiya xwe têde bidomînin bûn. Gelek Kurdistaniyan wekîl ziyaret kirin.