Wekîlên Alman: Kurd tên tehdîtkirin

Wekîlên Alman: Kurd tên tehdîtkirin

Parlementerên Alman Andrej Honku û Ulla Jelpke nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn a bi awayê “Bûyera li Parîsê dibe li Almanyayê jî biqewime” dan û diyar kirin ku hukûmeta Tirk bi vê yekê peyama “zextên li ser Kurdan dijwartir bike” daye Almanyayê. Wekîlan xwest komkujiya li Parîsê divê ne tenê li Franse, li welatên din ên Ewropayê jî bê lêkolînkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn derbarê komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat de gotibû: “Ez ditirsim ku dibe di van rojên pêş de bûyerên weke ya Parîsê li Almanyayê jî biqewime.” Ev gotinên Şahîn di rojeva raya giştî ya Almanyayê de ye.

Ev daxuyaniyên Şahîn di çapemeniya Almanyayê de jî cih girtin. Parlementerên Alman ên ji Partiya Çep a Alman Andrej Hunko û Ulla Jelpke diyar kir ku ev daxuyaniya Şahîn tê wateya tehdîtkirina Kurdan. Hunko û Jelpke bi daxuyaniyeke nivîskî dan diyarkirin ku hukûmeta Tirk li aliyekê bi Ocalan re dest bi hevdîtinan dike, li aliyeke din jî gef li siyasetmedarên Kurd ên li seranserê cîhanê dixwe û ev bang kirin:

"BILA LÊPIRSÎN LI SERANSERÊ EWROPAYÊ BÊ KIRIN"

"Şahîn bi aşkereyî Kurdên li sirgunê dijîn tehdît kiriye. Bi vî awayî nîşan daye ku hukûmeta Tirk di pirsgirêka Kurd de tundiyê dixwaze û peyam daye ku zextên li dijî tevgera Kurd li Almanyayê bêne zêdekirin.

Hatiye ragihandin ku polîsên Belçîkayê sala 2012 tîmek Tirk ên ku ji bo kuştina rêberên Kurdan ên li sirgunê hatibûn girtiye û êrîşê asteng kiriye. Bi vê komkujiya li Parîsê xwestin pêvajoyê sabote bikin. Lê gelê Kurd her sê kesan bi awayeke girseyî spartin axê. Merasim bi aşitiyane derbas bûye û Kurdan peyam dane ku ew ji aşitiyê re amade ne.

Em ji rayedarên Fransî dixwazin ku cinayetê ronî bike. Divê were lêpirsînkirin ka bi qasî berpirsyartiya Franseyê ya welatên din jî di vê bûyerê de heye an na.”