Wekîlê AKP'yî mikur hat: Mûxalîfên li Ewropayê di hedefa me de ne
Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk mikur hat, ku mûxalîfên Erdogan û AKP'ê yên li Ewropayê di hedefa dewleta Tirk de ne.
Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk mikur hat, ku mûxalîfên Erdogan û AKP'ê yên li Ewropayê di hedefa dewleta Tirk de ne.
ANF'ê, axaftina Parlamenterê Stenbolê yê AKP'yî Metîn Kulunk bi dest xist, ku di vê axaftinê de Kulunk mikur tê, bê mûxalîfên AKP û Erdogan ên li Ewropayê çawa ji aliyê dewleta Tirk ve tên şopandin û dibin hedef.
Saziya Swîsreyê ya Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD) ku rêxistinbûna AKP'ê ya li Ewropayê ye, Cotmeha 2016'an li Hoss Hotel a li bajarê Wînterthoûr ê Swîsreyê çalakiyek lidar xistibû û Parlamenterê AKP'yî yê Stenbolê Metîn Kulunk jî tevlî vê çalakiyê bû bû. Kulunk li vir axivî bû û li xwe mikur hatibû bê mûxalîfên Tirkiyeî yên li Ewropayê çawa dibin hedefa dewleta Tirk.
JI BO ŞOPANDINA MÛXALÎFÊN LI EWROPAYÊ HATIYE WEZÎFEDARKIRIN!
Kulunk li ser hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê axivî û di beşeke axaftina xwe ya 3 saetan de qala wê kir, ku mûxalîfên Tirkiyeyî yên li Ewropayê di çarçoveya 'polîtîkayeke dewletê' de di hedefa dewleta Tirk de ne. Di vê derbarê de wiha got:
"Endamên van rêxistinan birevin ku derê jî ev dewlet wê wan bişopîne. Ev yek naşibe nivîsandina li rûpelên Facebookê. Eger mêr bin bila bên Tirkiyeyê û li wir binivîsînin. Wê li vir rûnên û li dijî Tirkiyeyê binivîsînin. Gelo ji wan heye ku nayên şopandin. Meraqan nekin, hemû jî tên şopandin. Wezîfeyeke dewletê ye; dev ji kesên xiyanet li dewleta xwe kiriye, bernade. Ev yek nîşaneya mezinahiya wê dewletê ye.
Tu yê li Basel,li Zurîch, li Wînterthoûrê li dijî Tirkiyeyê binivîsîne, civînan li dar bixe û Tirkiye jî wê te neşopîne. Na lo."