Wê parêzvanên Erdogan ji ber sûcê nefretê werin darizandin

Ji ber ku parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan êrîşî gelê sivîl ê xwepêşander kiribû, doz li wan hate vekirin. 15 parêzvanên Erdogan jî tê de wê 19 kes werin darizandin.

Li Washîngtonê komek sîvîlên faşîst û parêzvanên Serokkomar Erdogan êrîşî xwepêşanderan kiribû. Juriya mezin li ser vê êrîşê sekinî û biryar da ku wê doz li wan were vekirin. Di vê êrîşê de di serî jin, şîdet li gelek kesan hatibû kirin. Juriyê îddîanameya vê êrîşê qebûl kir.

QEYDÊN VÎDEOYAN ERDOGAN ÎŞARET DIKE

Wekî ku di qeydên vîdeoyan de jî xuya dike, ev êrîş bi fermana Erdogan dest pê dike. Wê 4 sîvîlên faşîst û 15 parêzvanên Erdogan werin darizandin.

Serdozgeriya Washîngtonê diyar kir ku sûcdarî li 16 kesan hatiye kirin û wê 3 parêzvanên din jî lê werin zêdekirin. Navê parêzvanên ku li dosyeyê hatine zêdekirin wisa ye: Muhsîn Kose, Yûsûf Ayar û Hayrettîn Eren.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê wê 19 kes ji ber sûcê şîddetê ya ku nefret jî tê de ye, werin darizandin. Li gorî zagonên DYA’yê cezayê vî sûcî cezayê girtîgehê yê heta 15 salan e.

JI XEYNÎ SÛCÊ NEFRETÊ SÛCDARIYÊN DIN JÎ HENE

Têkildarî hin kesan, sûcdariyên din jî hene. Ji bo 12 kesan biryara lêgerînê di meha Hezîranê de hatibû dayîn.

Ji xeynî vê jî Eyup Yildirim û Sînan Narînê girtî jî wê werin darizandin. Wê ev kes di 7’ê Îlonê de derkevin pêşberî dadgehê.

Di 16’ê Gulanê de êrîşkaran li pêşiya avahiya fermî ya sefareta Washîngtonê êrîşî komekê kiribûn û 11 kes birîndar bûbûn.

Şaredarê Washîngtonê Mûrîel Bowser û Gerînendeyê Emniyetê yê Washîngtonê bi daxuyaniyeke hevpar ev êrîş şermezar kiribûn û diyar kiribûn ku ev “êrîşeke hovane ya li dijî sivîlan e."