‘Wê li Sûriyeyê ji bo daxwazên her kesî pêk were kar bê kirin’
Wezîra Karê Derve yê DYA’yê da xuyakirin ku di derbarê pêşeroja Sûriye de di hevpeymanan de ji bo daxwazên Kurd û hemû Sûrîyeliyan bên pêkanîn wê xebat bê kirin.
Wezîra Karê Derve yê DYA’yê da xuyakirin ku di derbarê pêşeroja Sûriye de di hevpeymanan de ji bo daxwazên Kurd û hemû Sûrîyeliyan bên pêkanîn wê xebat bê kirin.
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê ku Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê ku piştî êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû rawestandin nirxandin kir, ragihand ku hatine qonaxa dawî a tinekirina DAIŞ’ê.
WÊ OPERASYON ZOR BE
Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Heather Naûert got operasyona li dijî DAIŞ’ê bi koalîsyona navneteweyî, QSD û hêzên hundirîn re hevbeş hatiye kirin. Naûert a ku got qadên herî dawî yên ku di destê DAIŞ’ê de mayî me kiriye hedef, wê xebateke zehmet be
Naûert destnîşan kir ku wê DYA hêzên koalîsyona navneteweyî û hemû hêzên ku tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûyîn bi parêze û got wê welatên cîranên Sûriyê ji bo sînorên xwe li hemberî DAIŞ’ê hêj bi hêztir bike xebat bide meşandin.
DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ ŞÛN PIYÊ XWE LÊ BIHÊLE
Naûert anî ziman ji bo li cihên ku DAIŞ lê bi temamî hatine rizgarkirin aramî pêk were, wê ji hêzên herêmê meteryal û desteka çavkaniyan bixwazin, lê têkildarî mijara ku ev hêz qala kîjan welatan dike zelal nekir. Lê Naûert bal kişand ku wê rê nedin ‘mêtîngeriya’ ji aliyê ‘hevkarên’ Îran û rejîma Esad a li Sûriyeyê.
Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, anî ziman ku dixwaze li Sûriyeyê ‘Şopên herdemî û bihêz’ bihêle.
KURD JÎ DI NAV DE JI BO HEMÛ DAXWAZÊN SÛRIYEYIYAN BÊN PÊŞWAZÎKIRIN WÊ HEWL BIDIN!
Yek ji nirxandinên din ê ku Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê bal kişand ser, têkildarî siberoja welat, rewşa gelan û baweriyan bû. Hather Naûert anî ziman ku wê dubare muzakereyên Cenevreyê bidin destpêkirin û got: “DYA, bi hevpeymanên ku di pêşerojê de Erebên Sunî, Kurd, Xiristiyan, Tirkmen û kemenetewên din jî di nav de ku hemû Sûriyeyê bigire nava xwe ji bo daxwazên wan bîne cih wê xebat bike.”