Wê endamên Parlementoya Ewropayê li Kurdistanê lêkolînê bikin

Endamên Parlementoya Ewropa û parêzvanên mafê mirovan wê li Kurdistanê lêkolînê bikin.

Di encama xebata Tevgera Bingeha li Dijî Nîjatperest a Ewropa (EGAM-European Grassroots Antîracîst Movement) li gel Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), delegasyonekî di nav de endamên Parlementoya Ewropa (PE) nûner û rêeberên saziyên civaka sivîl ên li welatên Ewropayê xebatê didin meşandin, di 20-24’ê Cotmehjê de wê biçin Kurdistanê lêkolîn bikin.

Heyet wê 20’ê Cotmehê biçe Amedê û wê bi malbatên kesên sivîl ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Nisêbîn a Mêrdîn û Sûra Amedê ya ku hê li gelek taxên wê qedexe heye re bicive.

Di heyeta ku ji EGAM û ÎHD’ê pêk tên ku biçin Kurdistanê lêkolîn bikin ev kes cih digirin: "Endamê Parlementoya Ewropa Herve Feron a Fransî, Dennîs Gratz ê Bosnalî, Jose Maria Farîa ya Portekîzî, Frank Engel Lûksenbûrgî, Costas Mavrides ê Qibrisî , Julie Ward a Îngîlîz û ji Elmanyayê Klaus Buchner li gel Serokê EGAM Benjamin Abtan, Ji Rêxistina Mafê Mirovan Marina Agaltsova, Nûnera EGAM a Sirbîstan Djordje Bojovîc, Ji Însyatîfa Ciwanên Mafê Mirovan a Hirvatîstanê Mario Mazic û Îvan Novosel , Ji Danîmarkayê Jette Moller,Ji Kosovayê Albert Selîm, Wênekêşê Fransî Romain Champalaune cih digirin."

Rêveberên EGAM’ê diyar kir ku xebatên heyeta ku wê di nava rojên 20-24’ê Cothemê de biçin Kurdistanê lêkolînan bikin dewam dikin, dibe ku jimara perlementerên ku li heyetê cih bigirin jî zêde bibe.

HEYET WÊ ÎHD,KCD Û EGTÎM SEN’Ê JÎ ZIYARET BIKE

Di koordînasyona heyeta ku Kurdistanê ziyaret bike de Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD’ê Meral Çaldir û endama Komîsyona Dijî Cûdakariyê û Nîjatperestiyê ya ÎHD’ê Ayşe Gunaysû de cih digire.