Wê bi zorê Tûncel derxînin SEGBÎS'ê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel doza ku jê tê darizandin, ji ber ku naxwaze bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide, dozger biryar da ku Tûncel bi zorê tev li rûniştina SEGBÎS'ê bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel doza ku jê tê darizandin, ji ber ku naxwaze bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide, dozger biryar da ku Tûncel bi zorê tev li rûniştina SEGBÎS'ê bikin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel di 24'ê Cotmeha 2016'an de ji ber ku girtina hevşaredarên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak şermezar kiribû, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû binçavkirin, bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Qanûna xwepêşandan û çalakiyan bin pê kiriye" derbarê wê de ji salek 6 mehan, heta 9 sal 6 mehan cezayê girtîgehê ji bo wê tê xwestin û rûniştina yekemîn pêk hat. Doza li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Tûncel a li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne tev li dozê nebû, parêzerên wê amade bû. Piştî îdîaname hat qebûlkirin, rûniştin bi xwendina biryarê destpê kir, xebatkarên dadgehê yên bi rêya SEGBÎS'ê agahî dan dadgehê, eşkere kirin ku Tûncel bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê nabe, ji ber wê daxwaznameya xwe şandiye. Li ser vê serokê dadgehê bi gotina "Ma tiştekî wiha dibe? Wê bê li vir rûnê. Tê tev lê bibe, an tev lê nebe, em ê biryara wê bidin."
Piştre parêzerê Tûncel mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku ji ber ku Tûncel bi girtî tê darizandin divê ji ber "ewlehiyê" doz bi doza ku neqlî Meletiyê hatiye kirin re were girêdan. Heyeta dadgehê xwest kêmasiyên dozê bên temamkirin.
Dadgehê biryara xwe ya navborî eşkere kir û da zanîn ku di rûniştina demên pêş de bê dîtin, divê Tûncel li Girtîgeha Sîlîvriyê di odeya SEGBÎS'ê de amade be û derbarê vî tiştî biryara xwe îhtar kir.