Wallstrom: Cihê wekîlan parlament e
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom got, divê destûr were dayin ku siyasetmedarên hatine hilbijartin wezîfeya xwe li parlamentê bidomînin.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom got, divê destûr were dayin ku siyasetmedarên hatine hilbijartin wezîfeya xwe li parlamentê bidomînin.
Parlamenterê Partiya Çep û Berpirsyarê Polîtîka Derve Hakan Svennelîng û Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, li ser rewşa parlamenterên HDP'ê yên girtî û grevên birçîbûnê pêşnûme pirsek beriya niha pêşkêş kiribûn. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom jî bersiv da pirsên parlamenterên Partiya Çep û got, divê destûr bê dayin ku siyasetmedarên hatine hilbijartin wezîfeya xwe ya demokratîk li parlamentê bidomînin.
Wallstrom ragihand, hikumeta Swêdê bi tirs û fikar rewşa li Tirkiyeyê dişopîne û her cara bi rayedarên Tirk re rûdinên, balê dikişînin ser mûxalefeta azad û pirrengiya medyayê ku şertekî sîstema demokratîk e.
Wallstrom diyar kir, ji bo karibin encamê ji van hewldanan bigirin wan binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê xistine rojeva platformên navneteweyî û wiha dewam kir: "Em balê dikişînin ser rewşa siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ên mûxalîf û welatên Yekîtiya Ewropayê teşwîq dikin ku ji bo li Tirkikyeyê hurmet ji pîvana dewleta hiqûqê û mafên mirovan re bê nîşandan, bikevin nava hewldanan."
Wallstrom ragihand, nûnerên Swêdê yên li Tirkiyeyê rûniştinên dozên mûxalîf û rêveberên HDP'ê yên girtî dişopînin û teşwîq dikin ku welatên din jî heman tiştî bikin.
DIVÊ OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh bersiv da pirsên me yên li ser mijarê û anî ziman, Wallstrom bersiveke berbiçav nedaye pirsên wan.
Kakabaveh bi bîr xist, di pêşnûme pirsê de li ser rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û girtiyên din de pirs ji Wallstrom pirsîne û got, "Wallstrom dibêje ku di hevdîtinên bi rayedarên Tirk re wan mijar nirxandine. Girîng e ku Swêdê ev kiriye, lê belê divê ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava hewldanên berbiçav."
Kakabaveh anî ziman, Ocalan lîderê partiyeke siyasî ye ku destekê ji gel digire û 20 sal in li giravekê girtî ye û got, "Mafên ku ji girtiyan hemûyan re tên naskirin divê ji bo Ocalan jî derbas bibin. Her wiha bi dîtina min divê Ocalan bê berdan. Divê Ocalan û girtiyên siyasî hemû werin berdan."