Viyana ji bo Efrînê di çalakiyê de bû
Li Viyana paytexta Awûstûryayê, êrîşên li dijî Efrînê hate protestokirin.
Li Viyana paytexta Awûstûryayê, êrîşên li dijî Efrînê hate protestokirin.
Gelek kesên ku li pêşiya avahiya Operayê ya Viyana ya bi navû denk kombûn, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin. Çalakvanan alên PYD’ê û posterên Rêberê Gelê Kûrd Abdullah Ocalan rakirin.
Girseyê heta pêşiya Wezareta Karê Derve ya Awûstûryayê meşiyan. Di mîtînga li vir hate darxistin de, ji bo dewleta Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Efrînê demildest bide sekinandin, bang li dewletên rojava hatin kirin.
Her waha di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî û Îngilîzî yên ku êrîşên dewleta Tirkiye û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kûrd Abdullah Ocalan tîne ziman hatin belavkirin.