Velî Temîrcî û şehîdên 14'ê Tîrmehê li Phorzheîmê hatin bîranîn

Li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê, şehîdên 14'ê Tîrmehê û Velî Temîrcî, ku li Semsûrê jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Pforzheîmê hate lidarxistin û PKK'yiyên di berxwedana 14'ê Tîrmehê de şehîd bûn û gerîlayê HPG'ê Rênas Avaşîn hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi alîkariya malbata gerîlayê HPG'ê Velî Temîrcî (Rênas Avaşîn) hate lidarxistin, Temîrcî roja 29'ê Nîsanê li bejahiya Semsûrê tevî 4 hevalên xwe şehîd bûbû.

Li ser navê malbatê, Mehmet Kara li civîna bîranînê axivî û diyar kir, ku Velî Temîrcî mîna hemû şehîdên din ên Kurdistanê li ser rêya azadiyê jiyana xwe ji dest daye û ew ê jî pê re dilsoz bin.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî bal kişand ser berxwedana 14'ê Tîrmehê û diyar kir, ev berxwedan îro jî li gelemperiya Kurdistanê li dijî dijmin dewam dike.

Bi qasî sed Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn.