Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls di bernameyeke ku bi wesîleya sala 20’an a Enstîtûya De Jacques Delors axivî û got, têkildarî mijara endamtiya Tirkiyê ya ji bo YE’yê welatên endam divê bi dirustî tevbigerin û got, rewşa niha ‘durutî’yek e û xwest ku bi bayê bezê dawî li vê rewşê were anîn û werin ser ‘’sîsika meselê’’
Valls nîqaşên têkildarî nasnameya Ewropa jî axivî û got, ‘’Gotina ez Ewropayî me tê wateya Ewropa li kû dest pê dike û li kû diqede’’ Vallas diyar kir berovajî vê, ‘’di rewşeke wiha ku derveyê Ewropa nebe wê ‘hundir’ were nîqaşikrin’ Vallas bi van boçûnên xwe diyar kir ku divê YE biryar bide bê ka berfirehbûn divê li kû raweste.
Manûel Vallas diyr kir hin welatên Balkan jî ‘ku wextê wê hat’ wê bikaribin bibin endamên YE’yê lê divê ji van welatan re jî ‘divê mirov bizanibe bibêje na’
Vallas diyar kir Tirkiye weke partnerê YE’yê û endamê NATO’yê ji bo ewlekariya hevpar a Ewropa pir girîng e û got, ‘’Tirkiyeyeke bi îslama modernî ku xwe ji jehra Selefiyan pak kirî dikare li Ewropa cihê xwe bibîne. Valls diyar kir, li gel vê jî ‘’divê were zanîn bê ka Ewropa li kû dest pê dike û li kû disekine’’ û ji ber ku girîng e ‘’bê ka welat dixwazin qedera kîjan cografyayê bijîn’’