Urdun: Em li dij hemû mudexeleyên leşkerî yên li hemberî Sûriyeyê ne

Urdun: Em li dij hemû mudexeleyên leşkerî yên li hemberî Sûriyeyê ne

Hikûmeta Urdunê piştî hişyariya serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad û daxuyaniya DYA’yê ya di derbarê ku li Urdê dê derfetên xwe yên leşkerî bi hêz bikin de daxuyaniyek da û got: “Em li dij hemû mudexeleyên leşkerî yên li hemberî Sûriyeyê ne.”

Bedevkê hikûmetê û wezîrê têkiliyê yê Sûriyeyê Muhammed Momanî ji AFP’ê re axivî û got: “Helwesta me ya di derbarê rewşa Sûriyeyê de neguherî.  Em hê jî li dijî hemû mudexeleyên leşkerî yên li hemberî Sûriyeyê ne. Ji bo xwîna li Sûriyeyê raweste, em di çareseriya siyasî de israr dikin.”

Serokwezîrê Sûriyeyê Beşar roja Çarşemê ji televîzyona fermî kanala El-Îhbariyye re axivî û hişyarî kir ku, dê ev şerê li welat belavî cînarê me Urdunê bibe. Esad Urdun bi sûcdariya ku komên çekdar perwerde dike û têketina bi hezaran hêsan dike, sûcdar kir.

Esad got, ev agir dê tenê di sînorên Sûriyeyê de nemîne û destnîşan kir ku, bila her kes bizane dê belavê Urdunê jî bibe.

Momanî diyar kir ku, ew niha naxwaza daxuyaniyên Esad şîrove bike û got, ew rewşê lêkolîn dikin.

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Chuck Hagel jî diyar kir ku, hebûna leşkerî ya Amerîkayê dê li Urdunê bi hêztir bikin û da zanîn ku, dê 200’î zêdetir bike.  Washîngtonê sala borî di meha cotmehê de ji bo Urdunê ji hêzên taybet nêzî 150 leşker şandibû.  Pentagonê diyar kiribû ku ev leşker bi taybet ji bo bi rêvebirina operasyonên Sûriyeyê hatine şandine.

Momanî di vê mijarê de jî wiha got: “Ev parçeyekê havkariya leşkerî ya di navbera DYA û Urdunê de ye.  yekineyên Amerîkayê li dijî vê rewşa Sûriyeyê, ji bo bi hêzkirina yekineyên artêşa Urdunê li Urdunê ye.

Urduna ku îtîfaqê DYA’yê ye li ser axa xwe nêzî 500 hezar penaberên Sûriyeyê qebûl kiriye.