Umît Dede: Grevên birçîbûnê ji bo me tevan hişyarî ye

Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede li ser grevên biçîbûnê yên girtiyên siyasî ya keta roja 100’î axivî û got: “Grevên birçîbûnê di serî de ji bo siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan, ji bo hemû beşên wijdana civakê di asta hişyariyê de ye.”

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e Umît Dede li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî greva birçîbûnê ya di roja 100’emîn de li girtîgehan li dijî tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dike daxuyanî da çapemeniyê.

Dede destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a ji 27’ê Mijdarê ve destpê kiriye, li 107 girtîgehan bi beşdariya hezaran girtî di roja 100’emîn de didome û ji roja avakirina Komarê ve heta niha herî zêde li girtîgehan binpêkirinên mafan qewimîne.

Dede anî ziman ku di salên dawî de girtî bi sepanên ku serdemên darbeyê bibîr dixin re rû bi rû mane û got: “Bi pêvajoya pandemiyê re binpêkirinên mafan li girtîgehan derketine asta herî jor û şertên girtiyan hatine girankirin. Di salek dawî yê pandemiyê de mafên wek çandî, sportîf û civakî yên girtiyên polîtîk ji destê wan hatine girtin. Hema bêje girtî nikarin ji qawîşên xwe derkevin.”

Cigirê Hevserokên HDP’ê Dede derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha got: “Divê dema bêhnevedanê û ji roniya rojê sûd werbigirin. Lê berevajî vê tê kirin. Pêdiviya xwarina girtiyan nayê dabînkirin û girtî bi pirsgirêkên xwarinê re rûbirû mane.”

Dede bal kişand ser mafê tenduristiyê ya ji bo girtiyan û got: “Xizmeta tenduristiyê ji bo girtiyan nayê kirin. Girtî bi kelemçeyan tên muayanekirin. Ji ber karantînaya 14 rojan ew bi tecrîdê re rûbirû dimînin. Lig elek girtîgehan ava germ nîne û kelûpelên paqijiyê nînin. Ev dibe sedema nexweşiyê.”

Dede anî ziman ku hemû mafên çandî, sportîf û civakî li girtiyan hatine qedexekirin û gardiyanên bi ser qawîşan de digirin jî girtiyan bi tacîzê re rû bi rû dihêlin. Dede da zanîn ku girtî di bin terîda giran de tên hiştin. Dede got yasaya înfazê ya cihêkariyê ku hatiye derxistin girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Dede anî ziman ku li ser girtiyan lêgerîna tazî berdewam dike. Dede got girtiyên di komên bi rîsk de ne ji derziyên pandemiyê sûd wernagirin û xwest divê girtî demildest werin derzîkirin.

Dede destnîşan kir ku girtî li dijî sepanên rûmeta xwe û binpêkirina mafên xwe 100 roj in di berxwedana greva birçîbûnê de ne û dixwazin rûmeta mirovan biparêz in. Dede anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê sepanên dij hiqûqî û yasayî re rûbirû maye û girtî dixwazin tecrîda ji ser Ocalan were rakirin û şertên azadiya wî pêk were. Dede anî ziman ku tecrîda li Ocalan û girtiyan tê kirin îşkence ye. Dede destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê destpê kiriye bi neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer re girêdayî ye û tecrîda tê sepandin li ser bi hev re jiyankirina civakî, aştiyane û azadî jî bandorê dike. Dede diyar kir ku heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin wê ew ê jî wek HDP’ê li ber xwe bidin û ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin û got: “Grevên birçîbûnê di serî de ji bo siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan, ji bo hemû beşên wijdana civakê di asta hişyariyê de ye.”