Ûçak û Bûlak ên hatin qetilkirin li Rennesê hatin bîranîn

Ûçak û Bûlak ên li Mêrdîn û Amedê hatin qetilkirin, li Rennesê hatin bîranîn.

Li bajarê Rennes ê Fransayê Adem Ûçak bi nasnav Agît Serhat ê 16’ê Sibatê bi 3 hevalên xwe re li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û Mahmût Bûlak ê 9’ê Sibatê bi guleya polîsan li Amedê hat qetilkirin hatin bîranîn.

Di bîranîna ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennesê (CKDR) hat organîzekirin de nêzî 250 kesî amade bûn. Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê CKDR’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de gotina ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan a “Teslîmbûyin dibe xiyanetê, berxwedan dibe serketinê” hat bibîrxistin, hate diyarkirin ku Dogan ev gotina ji bo van rojan gotiye, ji ber vê jî berxwedana niha li Kurdistanê di vê wateyê de ye.

SOZA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Dijmin dixwaze em teslîm bibin. Lê, em ê li ber xwe bidin. Em ê li ber xwe bidin ku em karibin serketinê diyarî gelê xwe bikin. Lê mixabin, em di encama van berxwedanan de ciwanên me yên herî jiyanê heq dikin wek berdêl em didin. Em wek pêwîstiya van şehîdên ku bêyî dudilî canê xwe didin, soza mezinkirina têkoşînê didin.”
Piştî daxuyaniyê, xizmên kesên hatine qetilkirin axivîn.

Xizmê Adem Ûçak Sedat Sevîndîr gotinên Ûçak ên 5 meh berê bi bîr xist: “Bila welatekî min hebe navê xwe Kurdistan be. Tenê serokekî min hebe, nav Apo be. Tenê paytextek min hebe, ew jî Amed be. Partiyek min hebe, bila navê xwe PKK be. Tenê canekî min hebe, ew jî diyarî Kurdistanê be.”

Di axaftina xizmê Mahmût Bûlak Eşref Cenan jî ev hatin gotin: “Xizmê min ê 16 salî yê bi guleya polîsan hate kuştin, beriya jiyana xwe ji dest bide ji hevalên cem xwe re gotiye; ‘wasiyeta min e, li dayik û bavê min miqate bin.’”
Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin û xwarin hatin danîn.