Uca serdana çalakgerên grêva birçîbûnê ya Strasboûrgê kir

Greva Birçîbûnê ya ku li Strasboûrgê bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi lezgînî hevdîtîn pêk were û statuya Şengalê were nasîn tê lidarxistin, roja 15’an li pey xwe dihêle.

Îro Wekîla Êzîdî Feleknaz Uca û rêveberê NAV-DEM’ê çalakgerên Meclîsa Dîasporayê ya Êzîdiyan ziyaret kirin.

Grêva birçîbûnê ya li Dêra La Três-Saîte-Trînetêyê ku ji hêla Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek, Peşîman Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Bedirxan Kahraman û Beşîr Êzîdî, bi awayekî bêdem û bêdorveger destpêkirî berdewam dike. Di roja 15’an a çalakiyê de Wekîla HDP’ê Feleknas Uca û Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan û yên bi wan re çalakger ziyaret kirin.

Felekenas Uca û yên gel wê têkildarî çalakgeran agahî wergirtin û diyar kirin çalakiya li Straboûrgê çalakiyeke dîrokî ye. Uca diyar kirin, Êzîdîyan gaveke mezin avêtin û pêşengtî ji girêva birçîbûnê ya mezin a Amedê re kirin û got, ew dest didin çalakgeran.

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan jî diyar kir, divê destek ali çalakgeran zêdetir bibe.

ZIYARETA DOKTORÊN SÎNORNENAS

Şandeyeke ji Doktorên Sinornenas (MSF) di roja 15’an de çalakger ziyaret kirin. Şandeyê têkildarî rewşa tendirustiyê ya çalakgeran agahî stand û gotin bila tenê ji bo kontrola tendirustiya wan neyên cem wan.

Çalakgeran diyar kirin heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê desteka însanî û tibî qebûl nekin.

JI GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ YA AMEDÊ MESAJ BI VÎDEOYÊ

Çalakgerên endamên Meclîsa Dîasporayê ya Şengaê îro ji hêla gelek Kurdistaniyan ve hatin ziyaretkirin, her wiha ji grêva birçîbûnê ya Amedê jî mesajeke bi dîmen ji wan re hate şandin. Dîmena ku ji Amedê ji wan re çûyî bi çepikan hate bersivandin.

Koma jinên Kurd ku duh û îro bi mebesta piştevaniya li grêvê îro ketin girêva birçîbûnê ya dorveger.

 

...