Turkdogan: Divê AKP bi zimanê çareserî û aştiyê nêzî pêvajoyê bibe

Turkdogan: Divê AKP bi zimanê çareserî û aştiyê nêzî pêvajoyê bibe

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê hikûmet di pêvajoya aştî û çareseriyê de êdî derbasî qonaxa muzakereyê bibe û li şûna zimanê nefretê zimanê çareserî û aştiyê bikar bîne. Turkdogan da xuyakirin ku pêwîste AKP polîtîkaya xwe ya dijberiya Rojava biguherîne û xwest, PKK ne weke rêxistineke terorê weke rêxistinbûyîneke siyasî ya herî xurt a Kurdan bê nirxandin û polîtîkayên aştiyane bê meşandin.

ÎHD'ê li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, Kobanê û tezkere'yê (erkdarî) li avaniha navenda giştî civîneke çapemeniyê lidar xist. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser pirsgirêkên di pêvajoya aştiyê de derketine holê û destnîşan kir ku hînê qonaxa muzakereyê destpê nekiriye.

Turkdogan da zanîn ku eger çareseriya pirsgirêkê tê xwestin divê muzakere were kirin û got, "Pêwîste şert û mercên muzakereyê jî werin afirandin. Divê mercên Birêz Ocalan tê de werin başkirin. Divê li Îmraliyê sekreterya muzakereyê bê avakirin. Lê belê hînê hikûmet weke pirsgirêka ewlekarî û terorê li pirsgirêkê dinêre. Ev nayê qebûlkirin. Hînê li ser pêvajoyê nexşeya rê nehatiye aşkerakirin."

Turkdogan ragihand ku tevgera Kurd divê di pêvajoyê de mûxatap bê girtin û biryara Desteya Wezîran aşkera kir jî weke, "xebata navxweyî ya hikûmetê, xebata diyarkirina rêbazê" nirxand. Turkdogan anî ziman ku Kurd li çar parçeyan li cografya lê ne çareseriya xwe diafirînin û destnîşan kir ku tevgera Kurd bi awayê yekgirtî nêzî pirsgirêkê dibe. Turkdogan got, "DAIŞ'ê li hemberî Kurdan, Êzidiyan, Xiristiyanan, li hemberî Misilmanan jî qetlîam kir. Li dijî tevahiya mirovahiyê sûc kir. Li Kobanê Kurd bi canê xwe xwe diparêzin. Tirkiye û hêzên navneteweyî jî lê temaşe dikin. Gelo pêvajoya aştiyê wê bi vî rengî bimeşe!"

Turkdogan diyar kir ku Tirkiye li pêşberî welatiyên xwe, xizmên xwe xwedî berpirsyarî ne û got, "Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya antî Kurd û antî Şîa berde. Pirsgirêk bi vî rengî çareser nabin. Rêxistineke 40 salî, rêxistinbûyîna siyasî ya Kurdan weke rêxistina terorê tê dîtin. Behsa tinekirina wê tê kirin. Ev yek, pêvajoyê ber bi şer ve dibe. Têkiliyên bi PDK'ê re tên dayîn divê bi PKK'ê re jî were danîn. Di biryara Desteya Wezîran de behsa pirsgirêka Kurd nayê kirin, behsa pirsgirêka terorê tê kirin. Tirkiye li şûna vê helwestê, divê bi kantonên li Rojava re jî têkiliyê deyne. Pêwîste li Enqereyê Nûnertiya PYD'ê hebe."

'KOMÎSYONÊN ŞOPANDIN Û HEQÎQETÊ DIVÊ TAVILÊ WERIN AVAKIRIN'

Turkdogan ragihand ku tundî û astengiya li hemberî gelên Tirkiyeyî yên li ser sînorê Kobanê nayê qebûlkirin û got, "Li gorî biryar Desteya Wezîran, wê bi pêşengiya Serokwezîr desteyek were avakirin. Qada sivîl jî, 'eger pêwîst be' wê beşdarî vê desteyê bê kirin. Em vê yekê bi salan e dibêjin. Divê qada 3. bê avakirin. Lê belê ev nêzîkatiya me di biryarê de cih nagire. Yeke kesekî di nav heyeta Mirovên Aqilmend de cih girtiye, hevdîtinên em dixwazin bi rayedarên hikûmetê re bikin, nayên pêkanîn. Divê komîsyona şopandinê û komîsyona lêkolînkirina heqîqetan a xurt, tavilê bikevin meriyetê. Her wiha di vê biryarê de gavên ji bo mafên mirovan cih nagire. Hînê li şûna muzakereyê gotina 'hevdîtinê' tê bikaranîn. Di vê rewşê de girêdêriya pêvajoyê wê çawa pêk bê?" Turkdogan bibîr xist ku gele îdîayên li ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo komên cîhadî hene û destnîşan kir ku divê hikûmet li hemberî vê yekê tedbîrê bigire û gavên pêwîst biavêje. 

'PÊWÎSTE TEZKERE BÊ REDKIRIN'

Turkdogan der barê tezkereya pêşkêşî parlamentê hatiye kirin de jî ev nirxandin kir: "Hikûmet, bi sedema biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û gefa vekirî, tezkereyê pêşkêşî meclîsê dike. Em vê tezkereyê erê nakin. Li şûna tezkere û polîtîkayên şer, divê sererastkirinên li gorî aştî û çareseriyê bên kirin, gavên qanûnî û destûrî bên avêtin. Em li bendê ne ku wekîlên li parlamentê dengê 'na' bidin tezkereyê. Nayê fêmkirin ku di rewşa bêçalakîtiyê de çima ev tezkere tê meclîsê. Hînê dev ji mejiyê leşkerî nehatiye berdan. Divê Desteya Wezîran mekanîzmayeke xurt a sivîl ava bike. Divê şert û merc werin afirandin ku Birêz Ocalan karibe bi rêxistinê, bi derve û raya giştî re têkiliyê deyne. Li şûna zimanê nefretê, divê zimanê aştî û çareseriyê bê bikaranîn."