Turk, Mizrakli û Ozgokçe civîneke hevpar li dar xistin

Hevşaredarên bajarê mezin ên ku li şûna wan qeyyûm hatibû wezîfedarkirin li Stenbolê civînek li ar xistin. Hevşaredaran banga piştgiriyê kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozkokçe Ertan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, di 19'ê Tebaxê de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin. Hevşaredaran li Otela Elit Worldê civîna çapemeniyê li dar xist. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç û Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî yê Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan jî tev li civînê bûn. Ewil Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî.

Turk, diyar kir ku di 19'ê Tebaxê de darbeya siyasî li dijî wan pêk hat û wiha got: “Bi armanc û berpirsiyariya em li vê îradeyê xwedî derkevin em li vir in. Dema di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyan kir, me dît ku nivîsên dûrxistinê di 1'ê Nîsanê de ji Wezîrê Karên Hundir re şandine. Dixwazin têkildarî qeyûman hişekî ava bikin. Hişê ku darbeyê rewa dibîne li ser kar e. Em bi vî hişê qeyûman rewa dibîne re rû bi rû ne. Dibêjin pere şandine cihê cuda. Tiştekî wisa ne pêkan e. Ji sala 1973'an heta niha di nava siyasetê de me. Heta niha em rastî pêvajoyek dijwar nehatine. Lê dîsa jî em hêviyên xwe qut nakin. Ev tişt bi têkoşîn û sebrê dibe. Êdî mesele ji meseleya Kurd derbas bûye. Mesele bûye bûye meseleya demokrasiyê. Divê ev bi aştiyê çareser bibe. Tev tişt tu car bi tundî û şer çareser nabe." Turk, têkildarî îdîayên der barê 300 hezar tl li daye çayê jî wiha got: "Rojê 300-400 kes tên mêvanê şaredariyê. Mêvanên ku tên şaredariyê em avê jî didin wan û çayê jî didin wan. Tiştek ji vê yekê rewatir tune ye."