Tûncel: Dor tê yê bêdeng jî, wê berxwedana me bidome
Tûncel li ser binçavkirina bi dehan DBP û HDP’iyan bi peyamên berxwedanê bersiv da. Tûncel got; “Yên îro deng ji wan nayê, sibehê dora wan jî tê.”
Tûncel li ser binçavkirina bi dehan DBP û HDP’iyan bi peyamên berxwedanê bersiv da. Tûncel got; “Yên îro deng ji wan nayê, sibehê dora wan jî tê.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel têkîldarî operasyonên qirkirina siyasî ya li bajarên Kurdistanê civînek daxuyaniyê li dar xist.
Di civînê de ku li Buroya Şêwiriyê ya Navenda Giştî ya DBP’a Amedê hate lidarxistin, Tûncel wiha axivî; “Em ji Colemêrgê tên; li cihê ku 4 welatiyên me hatin qetilkirin em bi şahidan re axivîn. Hê bandora bûyerê derbas nebûye, ji ber heyberek teqiya, zarokek mir, 2 jî birîndar bûn. Ev bûyer rewşa Tirkiyeyê bi zelalî datîne holê. Li her serê kolanekê wesayîteke zirxî û her gavê jî çekdarên dewletê hene. Ev qetlîamek bi zanebûn û daxwaz hatiye kirin. Bi hedefgirtinê gule barandin û 4 welatiyên me qetil kirin. Hê jî ev bûyer nehatiye zelalkirin. Bi girtina yek kesî nikare bê derbaskirin. Eger hesab neyê xwestin, wê qetlîamên nû jî pêk werin.”
‘WÊ DOR WERE EV ÊN BÊDENG JÎ’
Tûncel di berdewama axaftina xwe de ev nirxandin kirin;
“Li Geverê me bi rêveberên DBP û HDP’ê re lêkolîn kirin. Hê beriya em ji wir derkevin 9 hevalên me hatin binçavkirin. Em gihiştin Wanê. Li wir jî em bi pêlek binçavkirinê re hevrû bûn. Polîsan bi ser 69 malan de girtin. Der heqê 27 kesan biryara binçavkirinê heye. Dema Hevserokên DBP’ê yên Bajarê Wanê dihatin partiyê hatin binçavkirin. Di hinceta binçavkirinê de dibêje, “27 kes ji bo 24 saetan bêne binçavkirin.” Di hevokak jêr de jî biryarek heye ku dibêje domahiya 5 rojan parêzerên xwe nebînin. Bi hinceta Rewşa Awarte ve domahiya mehekê binçavkirin çêbûn. Rojek beriya niha li Amedê jî der heqê 65 kesan biryara binçavkirinê hebûn. 53 kes hatin binçavkirin. Nêzî salekê ye, 2 hezar û 500 kes hatin girtin. Tevî hemû bûyeran jî me wek DBP’e cihê wan vala nehiştin. Me xebatên xwe domandin. Berxwedanek mezin danî holê.
Bi van operasyonan eger difikirin ku wê DBP’ê ji têkoşînê dûr bixin xwe dixapînin. Em ne wek partiyên tê zanîn, em partiya gel in. Em ê cihê her hevalekî xwe dagirin. Yê li vir winda dike azadî ne. Gelê me bi xwîn û xwêdana xwe hat van rojan. Hatin girtin, li girtîgehan man, lê roja derketin jî têkoşîn berdewam kirin. Eger difikirin ku wê encamê ji vê bigirin xwe dixapînin.
Li dijî hebûna gelê Kurd êrîş heye. Heta niha çend serokwezîr hatin û çûn. Hewldana darbeyê didome, dînamakî darbeyê hê dixebite. Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê êdî welat ne cihekî bi ewle ye. Ruhê mîllî yê ku CHP, MHP û AKP’ê saz kirine, ruhekî tarî ye. Ji bilî berxwedanê ti şansa Kurd, jin, Elewiyan nîne. Yê îro bêdeng dimînin, wê sibehê dor li wan jî vegere.
Êrîşek li dijî DBP û HDP’ê ji daxuyaniyên AKP’ê û Serokkomar bingehê xwe digirin. Em karê xwe dikin. Ji bo azadiyên xwe têdikoşin. 40 salên dawî me têkoşîna vê da. Yê mafê siyasî yê DBP’ê naparêzin bila bizanibin ku ew jî nikarin siyasetê bikin. 26 şaredariyên me bi qeyûman hatin desteserkirin. Amadekariyên qeyûmên nû dikin. Em daxwazên wan ên girtina HDP’iyan baş dizanin. Tevî van jî em ê siyaseta xwe ya berxwedanê û têkoşîna xwe bidomînin.
‘AMADEKARIYÊN OPERASYONÊN HÊ MEZINTIR HENE’
Eger siyaset nebe, şîdet zêdetir dibe. Eger siyaset nikaribe baxive, wê demê rê li şîdetê vedibe. Pêvajoya dawî jî ev e. Li Amedê 53, li Colemêrgê 9, Qersê 20, Wanê 27, Sêrtê 27; bi giştî 136 kes dîl hatine girtin. Bi axaftina ji Enqereyê nabe. Em wek DBP li cihê xwe ne, têkoşîna xwe didomînin. Li hember gefan em dest ji siyaseta xwe bernadin. AKP, amadekariyên operasyonên hê mezintir dike. Tirkiye di dema xwe ya herî zeîf de ye. Ji bo tirsên xwe veşêrin ji her kesî re dibêjin ev e meydan. Sûriye çiqasî bê ewle ye, Tirkiye jî heman e. Tirkiye nikare bi van polîtîkayan bigihêje ti derê.”