Tûglûk: Bi lezgîn dawî li girtin û binçavkirinan bînin!

Tûglûk a HDP’yî, bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da, daxwaz kir ku divê bi lezgîn dawî li girtin û binçavkirina bînin.

Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tûglûk, têkildarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek nivîskî da.

 Tûglûk wiha got: “Desthilatdariya siyasî nêzîkatiyên dijminatî raberî partiya me û hevparan dike” û di daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Her roj hikûmet bi operasyonên girtin û binçavkirinê dide destpêkirin. Îro li Amed û Bedlîsê li dijî xebatkar û rêveberên partiya me û hevserokên naçveyan û li dijî hevparên me DBP’ê opersyonekî ya binçavkirinê destpê kirî dewam dike. Rê nadin ku parêzer muwekîlên xwe û malbat jî kes û karê xwe bibînin.

Ev operasyonên ku mîna tolê hilînin her roj ku diçe herêmên demokrasiyê teng dike, tine dike û derfetên axaftinê ji holê radikin. Ev polîtîkaya ku Tirkiye dşopîne gav bi gav ber bi bêhiqûqiya mezin, îxalên mafên mirovan ên gerdûnî, ji rêgezên hiqûqa demokratîk û ji hempeyanên mafên mirovan ên hatin îmzakirin dûr dixe.

Carekî din bang li hêzên demokrasî û aştiyê yên Tirkiye, welatiyên xwedî wijdan û berpirsyar dikin ku ev roj ne roja xwe bêdengkirin û li bendêmayînê ye. Em carekî din bi awayekî xurt didin diyarkirin ku pirsgirêk bi rêyên diyalog û gotûbêjê çareser dibe.”

‘SERBEST BERDIN’

Aysel Tûglûk a HDP’yî di dewama daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Em daxwaz dikin ku dawî li van êrîşên der hiqûqû û bê maf bînin dikin; dawî li girtin û binçavkirinê bînin, kesên ku bê hiqûqû û bi hincetên bê bingeh hatine girtin û binçavkirin bi lezgîn serbest berdin.”