TŞYG: Em bi ser faşîzmê ve bimeşin

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê li dijî tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk û planên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê banga berxwedana topyekûn kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li ser êrîşên dewleta Tirk û berxwedana şoreşgerî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê da xuyakirin, ku rejîma faşîst a bi serkêşiya Erdogan ê kujer û cûnta qesrê, êrîşên xwe yên topyekûn bi dagirkirina Cerablûsê derxistiye asteke nû ya şer û destnîşa kir, ku berxwedana li dijî şerê faşîst ê topyekûn, xurt dibe û bi şêweyên cuda li her derê belav dibe.

'GERÎLAYÊN KURDISTANÊ BI ROLA XWE RADIBIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gerîlayên HPG'ê ku rûyê pak ê şoreşa Kurdistanê ye, bi çalakiyên xwe yên berfireh û bi bandor tirsa mirinê xistine nava dilê rejîma faşîst û di vê dema krîtîk de bi rengekî xurt û serketî bi berpirsyariya xwe radibin.

Komîteyê bal kişand ser êrîşên giran ên dewleta Tirk, ku her şêweyê çek û teknîkê bi kar tîne û destnîşan kir, ku divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pê piştrast bin, wê gerîlayên HPG'ê rê nedin dijmin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em israr û berxwedana mezin a HPG'ê ya di vê kêliya dîrokî de silav dikin. Her wiha em sekna gerîlayên MKP, MLKP û TKPML a ji bo bersivdayîna li pêvajoyê, hevpariya têkoşîna çekdarî û mezinkirina vê berxwedanê, silav dikin. Em çalakiyên TŞYG ên li bajar û çiyê silav dikin. Rejîma faşîst ku ji bo cenazeyên xwe veşêre û nekeve destê gerîlayan, dişewitîne. Rejîmeke bi vî rengî ya wehşî, li pêşberî berxwedan û pêngava gerîlayên me, mehkûmî têkçûnê ye.

"ERDOGAN Û ÇETEYA WÎ HEWL DIDIN LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ 'KEMBERA TIRK' ÇÊ BIKIN"

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û hat destnîşankirin, ku bi dagirkirina Cerablûsê re êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk, ku bi serkêşiya Erdogan ê kujer û çeteya wî tên kirin, derbasî qonaxeke nû bûne.

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê wiha dewam kir: "Ji bo pêşî li federasyonbûyîna demokratÎk a Kurdên li Rojava û gelên li Bakurê Sûriyeyê bigire, Erdogan û çeteya wî bi her awayî tawîzê dide dewletên paşverû yên li herêmê, li Cerablûsê nasekine û dixwaze mîna Kembera Ereb a Esad, Kembereke Tirk çêbike. Vê yekê jî bi çeteyên bi navê 'Artêşa Azad' û hêzên şerê taybet ê Tirk ku van çeteyan bi rê ve dibin, dike. Hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re ku heta roja îro bi rengekî vekirî dikir, niha bi awayekî girtî dimeşîne. Lê, hêzên demokratîk ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê li ber xwe didin û gelên Rojava jî li ser sînor dibin mertalên zindî. Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a faşîst, em vê berxwedana Kurdên li Rojava û gelên li Bakurê Sûriyeyê silav dikin. Em bang li gelên li Tirkiye, Kurdistan û herêmê dikin, ku berxwedanê mezin bikin û bi xurtî destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin."

'JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ EM BERXWEDANÊ LI HER DEVERA TIRKIYE Û KURDISTANÊ BELAV BIKIN'

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tevî ku 17 meh in agahî jê nayê girtin, der barê jiyan û tenduristiya wî de jî ti agahî nîne. Di mijareke ewçend hesas de, ku ji bo gelê Kurd jiyanî ye, ev helwesta dewleta Tirk a tê wateya tinekirinê, ne ya qebûlkirinê ye. Em çalakiyên greva birçîbûnê û berxwedana gelê xwe ya li dijî tecrîdê pêk tên, silav dikin û bang dikin ku heta encam jê bê girtin, ev yek were xurtkirin. Şikandina tecrîda li Îmraliyê, di mezinkirina berxwedana giştî de wê roleke mezin bilîze. Em bang li jin, ciwanan û hemû bindestan dikin ku li her qadê û di her astê de destekê bidin berxwedanê, bi xurtî tevlî berxwedanê bibin û bi belavkirina berxwedanê li her devera Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, vê tecrîdê parçe bikin."

LI DIJÎ QEYÛMAN, BANGA XWEDÎDERKETINA LI ŞAREDARIYAN

Komîteya Rêveber da zanîn, ku Erdogan û AKP, bi bahaneya hewldana darbeyê dixwazin darbeya xwe ya sivîl rewa nîşan bidin û ji bo xwe xurt bikin Rewşa Awate ragihandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Erdogan û AKP hewl didin di asteke nû de rejîma xwe ya faşîst bi rêxistin bikin û faşîzmê zexm bikin. Meclîs bi temamî hat tevizandin û hewl tê dayîn bi qeyûman şaredariyên Kurd werin desteserkirin. Em bang li gelên xwe dikin, ku êrîşên Rewşa Awarte pûç bikin, nehêlin mafên wan bên talankirin, qeyûman nas nekin û xwedî li şaredarên xwe derkevin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, di vê pêvajoya taybet de rola Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, Suryanî, Êzidî û gelek netewe û civakên li Ewropayê dijîn, ji her demê bêhtir girîng e û berxwedana li Ewropayê hat silavkirin. Di vê der barê de hat gotin, "Dem ew dem e ku gelên me yên li Ewropa bibin dengê berxwedana li welêt."

'ROJ ROJA HESABPIRSÎNÊ YE'

TŞYG'ê diyar kir, belavkirin û herdemîkirina berxwedanê di asta dîrokî de girîng e û wiha dewam kir: "Roj ew roj e ku li dijî faşîzmê li her qadê û di her astê de berxwedan were mezinkirin û hesab ji yên destê xwe li gelên me radike, were pirsîn. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike ku li ber komkujiyên li gelan tên kirin abin, Rewşa Awarte ya AKP'ê bi serê AKP'ê ve bînin xwarê û şerê şoreşgerî mezin bike."

'EM Ê BI TI AWAYÎ NEHÊLIN FAŞÎZMA AKP'Ê VÎNA ME TESLÎM BIGIRE'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke TŞYG'ê em careke din radigihînin; faşîzma AKP'ê ya ku di şexsê tecrîda li Îmraliyê de hewl dide vîna neteweya Kurd bişikîne, dest bi dagirkeriya Sûriyeyê kiriye, bi paketan je heye ku gelê me dikare bikire û bi çeteyên DAIŞ'ê û yên ser bi MÎT'ê ve li dijî gelên me yên li Rojava şerê dagirkeriyê daye destpêkirin, we nikaribe vîna me teslîm bigire, em ê ti carî vîna xwe teslîm nekin.

BANGA LI JIN, CIWAN, KARKER, KEDKAR Û HEMÛ GELÊN BINDEST

Em bang li çîna karker, kedkar, civaka me ya Elewî, hindikayî, jin, ciwan, neteweya Kurd û hemû bindestan dikin ku li dijî faşîzmê di bin alekê de li hev bicivin, berxwedanê berfireh bikin û bi ser faşîzmê ve bimeşin. Em bang li gelên xwe dikin, ku xwedî li gerîla û Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî derkevin, bi daxwaza hesabpirsînê biherikin kolanan. Li dijî faşîzmê, ji bo Şoreşa Yekbûyî ya Gelan em her bi pêş ve bimeşin."