TŞYG'ê bang kir: Em tecrîda li Îmraliyê ji holê rakin
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên di şerê 22'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên di şerê 22'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên di şerê 22'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de gerîlayên yekîneya gerîla ya gerîlayên MLKP FESK'ê Ûmît Yetîk (Baran Mûnzûr) û Velî Gorgun (Devrîm Şoreş) ên roja 22'e Tebaxê li navçeya Pulur a Dersîmê di şerê li dijî hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe j dest dan, bi rêzdarî hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin her du gerîla weke endamên TŞYG'ê gelek caran derb li mêtîngeriyê xistine û hat gotin, "Her wiha bi hêrseke gelekî mezin tevî hevrêyên xwe yên HPG'yî bi ser dijmin ve çûne û erka xwe radestî hevrêyên xwe kirine. Bêguman xwîna şehîdên TŞYG'ê ku neferên şoreşa yekbûyî ne, wê li erdê nemîne. Her ciwanekî me yê Kurdistanî wê bi ruhekî mezin ê tolhildanê li refên herî pêş cihê xwe bigirin."
'LI ÇIYÊ, BAJÊR Û ZÎNDANAN EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN'
Di dewama daxuyaniya TŞYG'ê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Ev 17 meh in têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd hevrê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Hikûmeta AKP'ê ku ev sal û nîveke bi çavsorî şer dike û bi hezaran mirovên me qetil kiriye."
TŞYG'ê bibîr xist, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin û ev hişyarî da: "Bila Tayyîb ê faşîst û derdora wî zanibin; eger tiştekî biçûk li hemberî hevrê Abdullah Ocalan bê kirin, wê tevahiya Tirkiye û Kurdistanê bişewite. Ji ber ku yê li Îmraliyê tê ragirtin ne şexsek e, gel bi xwe ye. Lewma nêzîkatiya li Birêz Ocalan sedema me ya şer û aştiyê ye. Em greva birçîbûnê û çalakiyên saziyên demokratîk ji vir silav dikin. Lê têrê nake. Heta ku ji Birêz Ocalan agahiyeke zelal bê wergirtin, divê em kolanan dagirin. Çalakiyên xwe yên dengderxistinê li hemû malan belav bikin. Hem li bajar, hem li çiyê, hem jî li zîndanan bi mejiyê xwe û bi hêza ji şehîdên xwe werdigirin, em tecrîda li Îmraliyê ji holê rakin. Çawa ku hevrê Birêz Ocalan em ji xweliyên me afirand, pêwîste em jî ji bo ewlekarî û tenduristiya wî bi seferberiyê li dora wî bicivin. Eger em karibin vê bikin, hingî em ê dorpêçiya faşîst bişikînin."