Trafîka şer a li dora Sûriyeyê zêde bû

Trafîka şer a li dora Sûriyeyê zêde bû

Rayedarekî payebilind ê Emerîkî da xuyakirin ku DYE wê bi awayekî yekalî li dijî Sûriyê çalakiyeke leşkerî pêk neyne. London xwe amade bike pêşnûmebiryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY bike, li Fransayê jî banga civîna awerte li parlamentê hat kirin. Artêşa Iraqê jî di asta herî bilind de ket nava alarmê.

Rayedarekî payebilind ê Emerîkî yê nexwest navê xwe aşkera bike daxuyaniyek da rojnamevanan û got, "Ti çalakiyeke leşkerî wê yekalî nebe. Divê di nav vê de tifaqên me yê navneteweyî hebin." Heman çavkanî diyar kir ku rayedarên DYE'yî der heqê bersivdayîneke gengaz a rêveberiya Esad a di dema êrîşê de, bi Tirkiye, Urdun û hevkarên xwe yên din re hevdîtin kirine. Rayedar got, "Gengaze ku hikûmeta Sûriyê careke din serî li çekên kîmyewî bide. Em nikarin vê hîpotezê li derve bihêlin."

Rayedar, der barê plana êrîşê de agahiyên berfireh neda, ku ji bilî avêtina fuzeyan ji keştiyên li Derya Spî, wê  êrîşeke hewayî pêk were yan na û got, "Em hemû vebijarkan lêkolîn dikin.    "

Li gorî AFP'ê, rayedarekî din da xuyakirin ku rêveberiya Obama li ser diyarkirina hedefên destwerdaneke gengaz radiweste. Rayedar diyar kir ku armanca wan ewe; Beşar El Esad j êrîşeke nû ya çekên kîmyewî vegerîne û derfetên wî yên di vî warî de ji holê rakin. Vê çavkaniyê ragihand ku DYE û hevkarên wê ji bersivdayîneke gengaz a Sûriyê re amade ne û got, "Em di wê baweriyê de ne, ku emê karibin bersivdayîngeke gengaz a Sûriyê yan jî reaksiyeke hêzên derve yên mîna Îran û Hîzbûllah a Libnanê, pêşwazî bikin û rêve bibin."

LONDON JI BO BIRYARA NY KET NAVA TEVGERÊ

Welatên din ên Rojavayî jî, ji bo destwerdaneke leşkerî di nava liv û tevgereke mezin de ne. Bi taybetî li Îngilîstan û Fransayê dengên destwerdana leşkerî bilind dibin. Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron da xuyakirin ku ew xwe amade dikin ji bo destwerdanek li Sûriyê, pêşnûmebiryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin.

Pêşnûmebiryar wê pêşkêşî civîneke bi beşdariya 5 endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin û wê were xwestin ku "Ji bo parastina sivîlên li Sûriyê erka wergirtina tedbîran" bê dayîn. 

PARLAMENTA FRANSAYÊ WÊ BI AWERTE BICIVE

Li Fransayê jî bang li parlamentê hat kirin ku roja 4'ê Îlonê bi awayekî awerte bi mijara Sûriyê bicive. Wezîrê têkiliyê bi parlamentê re Alain Vidalies daxuyaniyek da û got, "Hem li Meclîsa Neteweyî, hem jî li Senatoyê wê nîqaşek îstîsnayî bê kirin."

Serokkomarê Fransayê François Hollande di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de diyar kiribû ku Fransa amade ye rejîma Sûriyê ceza bike û anî ziman ku ji bo operasyonên nuqteyên leşkerî pêwistî bi erêkirina parlamenteran nîne.

Hollande di civîna îro ya Desteya Wezîran de got, "Divê Fransa ji niha û pê ve li dijî Sûriyê bersiveke guncaw bibîne." Li gorî berdevkê hikûmetê Najat Vallaud-Belkacem, Hollande ragihand ku divê êdî ji bilî nerazîbûna devkî û protestoyan, hewldanek li hemberî rejîma Sûriyê bê kirin. 

Çîna siyasî ya Fransayê, di warê giştî de weke dijberê destwerdaneke leşkerî xuya dike. Di dema destwerdana li Lîbyayê de jî rewş bi heman rengî bû. Lê belê hikûmeta Sarkozy ya wê demê, nekarîbû pêşî li destwerdana Lîbyayê bigire. Partiya Sosyalîst a li deshilatdariyê der heqê mijarê de ti daxuyanî neda. Lê Partiya Komunîst xwedî wê nerazîbûnê ye ku bombekirina Sûriyê "zêdekirina şerekî nû li şerê heyî ye."

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereban Lakhdar Brahîmî da xuyakirin, ku beriya destwerdanek li Sûriyê pêwistî bi erêkirina Neteweyên Yekbûyî heye. Brahîmî li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Ez di wê baweriyê de me ku huqûqa navneteweyî ya di vê mijarê de, vekirî ye. Huqûqa navneteweyî dibêje; çalakiyeke leşkerî divê piştî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon bang li endamên Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku bi armanca "tevgera ji bo aştiyê" bibin yek. 

ARTÊŞA IRAQÊ KET NAVA ALARMÊ

Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî, bi xurtbûna vebijarka destwerdana leşkerî ya li Sûriyê re da xuyakirin ku wî hêzên ewlekariyê yên welatê xwe "di asta herî bilind" de xistiye alarmê. Malîkî ev daxuyanî, di axaftina xwe ya heftane ya li televîzyonê da.

MOSKOW: DIVÊ LI BENDA RAPOR NY WERE RAWESTÎN

Piştî îdîayên ku di 21’ê Tebaxê de di bombebarana li herêma Şamê de çekên kîmyewî hatiye bikaranîn,  dengê şer bilind bû û qutbûna di navbera Rojava û Rûsyayê de kurtir bû. Bloka ku serkêşiya wê DYE, Fransa û Îngîlîstan dike, rejîma Sûriyeyê sûcdar dike û li gorî Rûsyayê jî komên çekdar çekên kîmyewî bikaraniye. Di bombebarana li Şamê de tê îdiakirin ku di navbera 350 û hezar û 300’î de mirov mirine. Der barê hejmarê de hêj zelaliyek tineye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Vladîmîr Tîtov da zanîn ku beriya ku rapora der barê lêkolîna li Sûriyeyê ya heyeta NY’ê bê pêşkêşkirin, nîqaşkirina çalakiyên Konseya Ewlehiyê ‘bê fêdeye’.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hişyarî kir ku çareseriyeke leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê dê Rojhilata Navîn bê tevlîhev bike. Lavrov bi  nûnerê taybet ê Yekitiya Ereban û NY’ê Lakhdar Brahîmî re bi telefonê hevdîtinek pêk anî û israra xwe ya ku li Sûriyeyê alternatîfa çareseriyeke siyasî-dîplomatîk nîne, berdewam kir.  Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, Lavrov diyar kiriye ku teşebusên çareseriya leşkerî, rewşa Sûriyeyê û herêmê dê zêdetir ber bi bê îstîkrarbûnê bibe.

Şeva Şêşemê daxuyaniyek din a nivîskî hat dayîn û hat diyar kirin ku Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Emerîkî John Kerry re hevdîtinek telefonê pêk aniye. Hat destnîşan kirin ku Lavrov di hevdîtina xwe de diyar kiriye ku ew argumanên ku dibêje hikûmeta Sûriye li pişt êrîşa kîmyewî heye, red dike.

ÎRAN: DESTWERDANA DYE WÊ FELAKET BE

Lîderê Îranê Ayetullah Alî Hamaney hişyarî kir û da zanîn ku eger Emerîka dest li Sûriyê werde dê felaketek çêbibe. Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna, Hamaney wiha gotiye: “Destwerdana Emerîkayê dê ji bo herêmê felaket be. Herêm wek barutê ye. Pêşeroj ji destpêkê nayê zanîn.” Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê jî wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf tevli bernameyeke televîzyonê bûye û diyar kiriye ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê navnetewî ye û divê bê şermezarkirin. Her wiha Zarîf diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê dê tu mudaxaleyeke ji derve a li hemberî herêmê tehemul neke û xwest NY ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê hewl bide.

SÛRIYE: ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI TIRKIYÊ HATIN HILBERANDIN

Rejîma Sûriyeyê jî îdia kir ku komên çekdar ji bo welatên Rojava bikişîne nava mudaxaleyê, çekên kîmyewî yên ‘li Tirkiyeyê tên hilberandin’ bikartîne. Rîa Novostî di nûçeyeke xwe ya ku dispêre çapemeniya tirk, nûnerê daîmî yê Sûriyeyê yê NY’ê Başar El Caferî wiha gotiye: “Komên çekdar ji bo mudaxaleyeke leşkerî û êrîşê proveke bike çekên kîmyewî bikaraniye.”

Li gorî Caferî  komên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê û gelek welatên Rojava piştgiriyê dibîne û Tirkiyeyê jî li ser axa xwe laburatuvareke hilberîna çekên kîmyewî ava kiriye. Her wiha da zanîn ku ji bo hilberîna çekên kîmyewî jî madeyên pêwist ji aliyê Tirkiye, Suudî Erebîstan û Katarê ve hatine peydakirin.