Tore: Siyaseta tecrîdê wê Erdogan têk bibe

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore got, eger Erdogan di polîtîkaya tecrîdkirina Ocalan de israr bike, ev yek wê Erdogan têk bibe.

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çepa Tirkiyeyê Teslîm Tore got, eger Erdogan di polîtîkaya tecrîdkirina Ocalan de israr bike, ev yek wê ji bo Erdogan bibe têkçûneke mezin.

Tore tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve û siyaseta ku Erdogan dixwaze di dema dawî de bimeşîne, ji ANF'ê re nirxand.

'SIYASETA KU PIŞTÎ HEWLDANA DARBEYÊ HAT MEŞANDIN, QELSIYA ERDOGAN NÎŞAN DIDE'

Tore siyaseta hikûmeta AKP'ê ya piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê meşand, weke derbederiyê bi nav kir. Tore têkildarî daxuyaniya Erdogan ku darbe weke 'Xêra Xwedê' dît, anî ziman ku ev nêzîkatî qelsiya Erdogan nîşan dide.

'DAIŞ Û ERDOGAN, YANÎ DU BIRAYÊN ÎDEOLOJÎK WÊ BI HEV RE BÊN TINEKIRIN'

Teslîm Tore bal kişand ser dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve û diyar kir, hedefa  bingehîn a vê hewldanê dijberiya li Kurdan e. Tore destnîşan kir, ku Erdogan û dewleta Tirk dane nava çiravekê ku zehmet ji nav derkevin û got, "Armanca bingehîn a hewldana dagirkirina Cerablûsê êrîşa li dijî Kurdan bû. Haya DYA ji vê polîtîkaya Erdogan hebû û tevî vê yekê jî destek da Tirkiyeyê. Ji ber ku DYA dixwaze dewleta Erdogan û DAIŞ'ê bîne hemberî hev, van herdu birayên îdeolojîk bi hev re bide şerkirin û ji herduyan xilas bibe. DYA ji ber vê armanca xwe, helwest nîşanî 'Em ê PYD'ê biqedînin' a gotina Erdogan da û diyar kir, ku hedef DAIŞ e. Rewşa ku heta roja îro derketiye holê nîşan dide, polîtîkaya DYA ya tinekirina du birayên îdeolojîk a bi şerê hev, pêk tê."

'OCALAN LI DORA MASEYÊ ERDOGAN TÊK BIR; TECRÎD JI BER VÊ YE'

Tore da zanîn, Erdogan û dewleta Tirk ji aliyê leşkerî ve li pêşberî Tevgera Azadiyê, ji aliyê siyasî ve jî li pêşberî Ocalan têk çûne û diyar kir, dewleta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê hewl dide xwe ji vê rewşê rizgar bike. Tore destnîşan kir, eger Erdogan di tecrîdê de israr bike, wê xwe bi xwe biqedîne.

Tore got, "Tecrîda li ser Ocalan encama têkoşîna siyasî ya li pêşberî Ocalan e. Di dema 'pêvajoya aştiyê' de Ocalan çend mehan bi siyaseta legal re têkilî danî. Performansa ku Ocalan di vê demê de nîşan da, Erdogan gelekî li paş hişt. Ev yek bi anketên li nava raya giştî jî derket holê. Polîtîkaya hêza nerm a Ocalan, di demeke kurt de Erdogan xist nava valatiyekê. Dema Erdogan ev rastî dît, ket nava panîkê û mase qeliband. Bi lez û bez dest bi şer kir û Ocalan xist nava tecrîdê."

'SIYASETA TECRÎDÊ WÊ ERDOGAN TÊK BIBE'

Tore di dewama axaftina xwe de ev tespît kir: "Ev 30 sal in nikarin Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibin. Hewl dan li qada qanûnî bi lîderê tevgera azadiyê Ocalan re têkbikoşin û qaşo di çarçoveya berjewendiyên xwe de wî binirxînin. Lê ev yek ji wan nehat. Sedema polîtîkaya tecrîdê ew e; ji aliyê leşkerî ve li pêşberî Tevgera Azadiyê, ji aliyê siyasî ve jî li pêşberî lîderê vê tevgerê têk çûn. Encama israra di polîtîkaya tecrîdê de, wê ji bo Erdogan hilweşîn û têkçûn be."

Tore herî dawî bang li gelan kir, ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan, bi rengekî xurt têkoşîneke demokratîk bimeşînin û li her qada jiyanê bikevn nava tevgerê.