Komîteya Rojava ya Partiya TKEP/L, bi boneya salvegera serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Beriya 2 salan çeteyên DAIŞ'ê bi hovîtiyekê êrîşî Kobanê kir û bi berxwedaneke mezin ji Kobanê hatin derxistin. Şoreşa Rojava diyar kir ku êdî gelê herêmê dikare xwe bi rêve bibe. Hêzên herî paşverû û faşîst ên Rojhilata Navîn weke Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî alîkarî dan çeteyên DAIŞ'ê. Di vî şerî de ku bi mehan dewam kir gelê Kurd û gelên herêmê bi ser ketin. Di vî şerî de yên winda kirin hêzên emperyalîst û faşîst bûn."
'MIROVAHÎ Û JIYANÊ QEZENÇ KIR'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di şerê Kobanê de wehşet û tirsa ku DAIŞ'ê li ser gel daye avakirin jî hat têkbirin û daxuyaniyê wiha dewam kir; "Di şer de ku komkujiyeke çandî li ser gel hat ferzkirin, berxwedana gel nîşan da ku ev hêz dikare bi berxwedanê were têkbirin. Di 26'ê Çileyê de mirovahî, pêşeroj û jiyanê qezenç kir, yên windakirî jî mirin, tarîtî û paşverûtî bû."
TKEP/L da xuyakirin, ku di serketina Kobanê de pêwîste cihekî taybet û diyar ji bo jinan were diyarkirin û wiha dewam kir: "Qûrbanên herî mezin ên vê wahşeta DAIŞ'ê jin bûn. Di serketinê de jî para herî zêde ya jinan bû. Jinên fedakar çawa jiyan afirandine, li Kobanê jî wiha parastina jiyanê kirin û qezenc kirin.
Her wiha di şerê Kobanê de jî wateya rastiya şerê enternasyonalîzmê ji derket holê. Ji gelek welatan şervanên enternasyonalîst hatin Rojava û şoreşa Rojava parastin. Zarokên qehreman yên gelên kedkar ne tenê bi kenê xwe xwîna xwe jî tevlî xwîna gelê Rojava kirin. Di heman demê de roja 26'ê Çileyê serketina gelê cîhanê ye jî.
Di dawiya daxuyaniya Komîteya Partiya TKEP/L a Rojava de wiha tê gotin; "Şervanên enternasyonalîst ên girêdayî partiya me jî di vî şerî de cihê xwe girtine û navê xwe li vê dîroka bi şeref nivîsandine. Bi salan gelekî ku tine dihat dîtin, bi ciwan, kal, jin, zarok şerekî mezin dan û serketin bi bestxistin. Serketin bû ya gelê berxwedêr."