TJKE: Dayika Gulîzar di dîroka Kurdistanê cihekî bi rûmet girt
TJKE: Dayika Gulîzar di dîroka Kurdistanê cihekî bi rûmet girt
TJKE: Dayika Gulîzar di dîroka Kurdistanê cihekî bi rûmet girt
Tevgerea Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) bi wesîleya wefata Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bersiva me ya li ked û êşên dayika me Gulîzar, wê israra di têkoşînê de be."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) bi wesîleya wefata Gulîzar Kaytan daxuyaniyek nivîskî weşand û ji malbatê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
TJKE got, "Ji ber windakirina şahida zindî, kedkar û meşvana meşa dirêj a şoreşa Kurdistanê Dayika Gulîzar, em gelekî xemgîn in. Dayika Gulîzar yek ji piştevana destpêkê ya raperîna mafdar a gelê Kurd bû. Ne tenê zarokên xwe, rêhevalên xwe jî hembêz kir, di oxira wan de berdêl da û ji ber vê yekê jî beşek ji emrê xwe neçar ma dûrî Dêrsimê li sirgûniyê bijî."
ŞAHIDÎ JI DÎROKÊ RE KIR
TJKE da xuyakirin ku Dayika Gulîzar ji her demên 36 salên têkoşîna azadiyê re şahidî kiriye û got, "Parastin û mezinkirina nirxên azadiyê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin afirandin, weke helwesteke pîroz dîtiye. Her meşvanê/a şoreşê weke zarokên xwe hembêz kiriye. Weke jineke wêrek a Kurd têgeha dayikê civakî kiriye û di dîroka Kurdistanê de bûye xwedî cihekî bi rûmet."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê da xuyakirin ku Dayika Gulîzar bingehên zexim ên çanda welatparêziyê daniye û destnîşan kir ku bersiva wan a li ked û êşên Dayika Gulîzar, wê israra di têkoşînê de be. TJKE ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.