TJK-E'yê ji bo çalakiyên saet 18:00 banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke 'darbeyê' pênase kir û ji bo çalakiyên saet 18:00 banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Rejîma faşîst a AKP'ê ku têkçûna xwe ya di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de hezm nekir dest danî ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û careke din êrîşî îradeya azad a gel kiriye. Bi vî rengî darbe kiriye. Di heman demê de nêzî 450 endamên HDP û DBP'ê destgîr kiriye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin desteserkirina şaredariyan "êrîşa li dijî îradeya gel" û "darbe" ye û hate gotin, "Ev yek di heman demê de êrîşa li dijî hêzên demokratîk û demokrasiyê ye."

Bi navê jinên Kurd ên li Ewropayê bang li saziyên navneteweyî û dewletên Ewropayê hate kirin ku li dijî êrîşên qirkirina siyasî nerazîbûnê nîşan bidin û bi rola xwe tevbigerin.

TJK-E'yê çalakiyên ku êvara Duşemê saet 18:00 pêk werin bi bîr xist û banga tevlîbûnê li Kurdan û dostên Kurdan kir.