TJA, salvegera avakirina ÎHD’ê pîroz kir

TJA, 31’emîn salvegera avakirina Komeleya Mafê Mirovan pîroz kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA), îro bi boneya 31’emîn salvegera avakirina Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ÎHD, piştî Darbeya Leşkerî ya sala 1980’yan û li dijî hovîtî, êşkence û îxlalên mafê mirovan ên piştre pêk hatîn, bi îmzeya 98 kesên ku piranî ji ximên girtiyan pêk dihat, di pêvajoya Rewşa Awate de hatiye avakirin. ÎHD, ji wê rojê û vir ve, nirxên gerdûnî yên mirovan li ber çav digie û li dijî her îxlalên mafan li gel mirovan cihê xwe girtiye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Dîsa piştî 31’salan û şûn de, piştî hewldana darbeyekî nû û ji nû ve di bin zexta rejîma Rewşa Awarte de dijîn. Li Tevahiya Tirkiyeyê rejîmekî zextker û heye û li Kurdistanê jî weke şer dom dike. Weke her pêvajoya Rewşa Awarte dîsa di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê mehkûm dikin. Dîsa di serî de li ser jinan, li dijî civakên demokrat pêvajoya heladin û tinekirinê didin domandin.

Îro ya ku salvegera damezirandina ÎHD’ê ye, ji bo domandina Rewşa Awarte ya ji bo 3 mehên din bê dirêjkirin biryar ji bo TBMM’ê hatiye şandin. Di pêvajoya Rewaş Awarte de 11 komeleyên jinan, 1 zarokan ku xebat birêve dibir bi giştî 425 komel, 123 wexf hatin girtin; 36 hevşaredar û rêveber di nav de gele rêveberên xwecihî 2 jê hevserokên giştî yên partiyê, 12 wekîl hatin girtin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de demê herî zêde jin tên girtin û hikûm lê tê birîn e, her wiha sûcên li dijî jinan jî zêde bûne. Di serî de li girtîgehan û li gelemperiya Tirkiyeyê di nava tirs û gefê de dijîn. Desthiltdariya AKP’Ê ya ku di êrîşan de sînoran nas nake, 10 kesên ku emrê xwe dayîn parstina jina û îxlalên mafê mirovan di van saetan de, didarizînin.

Di salvegera 31’emîn a ÎHD’ê de, em bi îxlalên ku di demê hatî avakirin de ne cuda ne rû bir û ne. Em li pêşberî giyanê kesên ku duh li hember îxlalên mafê gerdûnî yên mirovan xebat dayîn meşandin û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin, em hemû kesên li dijî her cure zext û polîtîkayên şikandinê têkoşînê bidomînin bi rêzdarî silav dikin.”