TJA: Em navê xwe li bin nûçeyên Gazete Şûjinê datînin

TJA li dijî girtina saziyên çapemeniya azad helwest nîşan da û got, ‘’li dijî hevkariya AKP-MHP’ê ku azadiya agahdarbûnê ji dest me werdigire em têkoşînê geş bikin.’'

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber girtina Gazete Şûjin, dîhaber û rojnameya Rojeva Medyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, AKP di serî de jin êrîşên xwe yên bi hêrs ên li ser sazî û dezgehên demokratîk, çapemî, kedkar û sendîkayan zêde dike.

 ‘BÛ DENGÊ ZAROK Û JINAN’

TJA’yê di daxuyaniya xwe de bi domdarî got, tekane armanca van êrîşan ew e ku destkeftiyên demokratîk ên girseyê ji dest bistînin û mafê agahdarbûna rastiyê ya gel asteng bikin û wiha domand: ‘’Desthilatdariya AKP’ê bi vê sedemê êrîşê dibe ser saziyên çapemeniyê. Yekem ajansa jinan a li Tirkiyê JINHA jî bûbû hedefa hişmendiya serweriya nêr û bi BHQ’yekê hatibû girtin. Bi heman hincetê vê sibehê Gazete Şûjin jî hate girtin.’’

TJA’yê got Gazete Şûjin bûye dengê jin û zarokan ku ji hêla zayendî ve hatine îstîsmarkirin û mexdûrkirin û got, ‘’Em aktîvîstên têkoşîna azadiya jinê navê xwe li bin hemû nûçeyên Gazetê Şûjinê datînin.
Banga me ji bo hemû jinan; em li dijî hevkariya AKP-MHP’ê ku di şexsê Gazete Şûjin de  azadiya me ya agahdarbûnê asteng dike têbikoşin.’’